04:49 22 Hezîran 2018
Ukrayna- Eurovision

Hetîketiya gendeliyê di amadekariyên Eurovisionê de

© REUTERS / Valentyn Ogirenko
Cîhan
Lînkê kurt
0 12

Hindik maye ku amadekariyên pêşbirka Eurovisionê ya ku dê li Ûkraynayê were lidarxistin, ji ber gendelî, birêveberiya xerab û îstîfaya çend çêkeran biseekine.

21 çêkerên amadekariyên Eurovisiona li Ûkraynayê di nameya xwe ya îstîfayê de diyar kir ku di pêvajoya biryardayînê de li derve hatine hiştin û piştî tayînkirina birêveberekî nû ji bo çavdêrkirina amadekariyan, xebat nêzîkî du mehan rawestiyane.

Ev îstîfaya çêkeran di demeke wiha de hat ku lêpirsîn heye derbarê îhaleyên tesîsên Eurovision de bê ka bi awayekî guncav tên kirin an na.

Ji aliyê din ve, ajansa têkoşîna li dijî gendeliyê ya Ûkraynayê piştî giliyên derbarê hilnebijartina şefaf ji belavkeran re, firotina biletan ji bo pêşbirkê rawestand.

Rayedarên Ûkraynayê dibêjin ku ti kêşe di amadekariyan de tine. Serokwezîr Volodimir Groysman berî demeke kurt di civÎna hikûmetê de wiha gotibû: "Em amadekariyên Eurovisionê bi awayê pêwîst berdewam dikin. Teqez ti tişt, tehdîdê li Eurovisionê nake.
Birêveberiya Kievê ya ku 3 caran biryara cihê Eurovision dê lê were lidarxistin guherand, di dawiyê de biryar da ku di 13ê Gulanê de were lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Saakaşvîlî: "Bêyî Ûkrayna pêşeroja Ewropayê tuneye"
Zaxarova: Ûkrayna tenê bi provakasyonên leşkerî balê dikişîne ser xwe
Poroşenko: "Li Deryaya Reş ewlehî bi Ûkrayna û Tirkiyeyê ve girêdayî ye"
Logoya Ûkrayna ya Eurovisionê bû sedema nîqaşê
‘Ûkrayna heta demeke dirêj nikare bibe endamê NATOyê'
Rûsya: Ûkrayna di mijara planên terorê yên li Kirimê de kete qonaxa çalakiyê
YEyê astengiyên vîzeyê yên Ûkrayna û Gurcistanê rakirin
Ûkrayna ji bo ferîbota Rûsî biryara girtinê da
Merkelê ji bo Ûkrayna û Sûriyeyê telefonî Pûtîn kir
Etîketan:
gendelî, Eurovision, Volodimir Groysman, Kiev, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de