13:56 27 Nîsan 2017
Zindî
    Hollanda polisi

    Istixbarata Hollandayê: Daişiyên hollandî ku vedigerin welat xetere ne

    © AFP 2017/ Michel van Bergen
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1620

    Ji servîsen istixbaratê yê Hollandayê AVID, ji bo xetereya daişiyên vegeriyane Hollandayê, hişyariyek weşand. AVID di daxuyaniya xwe de dibêje DAIŞiyên hollandî ku li Iraqê qada desthilatdariya wan teng dibin û vedigerin Hollandayê li vir xetereya êrîşa wan heye.

    Servîsa istixbaratê ya Hollandayê bibîr xist ku DAIŞê li Iraq û derdorên wê qadeke berfireh ji dest daye. Ji ber vê ye xetere heye ku li welatên Ewropayê êrîşên terorî pêk bînin. Her wiha AVID bibîr dixe dibe ku hejmara daişiyên ku ji Iraqê derbasî Ewropayê dibin jî zêdetir bibin.

    Di hişyariyê de hat gotin: Hêzên ewlehiyê yên İraqê ji 16ê cotmehê û vê de operasyonek li dijî DAIŞê dane destpêkirin û ev rêxistina terorîst her ku diçe qada di dest xwe de teng dibe. Heya niha jî 50 cîhadîstên hollandî ji ber ku qada wan teng bûye vegeriyane Hollandayê. Ji sê kesan yek ji vana jin in. Jinek ku sala borî xwe radestî hêzên Peşmerge yên kurd kiribû jî, li gorî şika me amadekariya êrîşekê terorîstî dike."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentarê Sûrîyê: DAIŞ ji roja roj ve îradeya welatên biyanî bi cî tîne
    DAIŞ zarokên Êzidî yên ku direvîne dike xwekuj
    DAIŞ: "Berxwe bidin, werin kuştin lê ji dest bernedin"
    Gatilov: DAIŞ rêya dabînkirina ava vexwarinê li ser Helebê dibire
    ‘DAIŞ serê kurdan bi destê kurdan dide jêkirin’
    Rapora NYyê: DAIŞ digel windakirina erd û dahatê jî dikare şer bidomîne
    Teknîka leşkerî ya bûndesverê li Herêma Kurdistanê ye: DAIŞ bi çekên almanî gulebaran dike
    Etîketan:
    DAIŞ, Hollanda, Iraq, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de