15:13 28 Gulan 2017
Zindî
    santrala nukleer a Fukuşimayê

    Paqijkirina santrala Fukuşîmayê demeke zêdetir bigire

    © REUTERS/ Kyodo Haber Ajansı
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1050

    Robotên keşfê yên ketibûn Santrala Nûkleerê ya Fukuşîmayê ya Japonyayê ku sala 2011an ji ber erhej û tsûnamiyê ziyanê lê hatibû û ji ber radyasyona zêde kes nikarîbû têketiyayê, eşkere kir ku paqijkirina bandorên çizrana di tesîsê de dê demeke zêdetir ji ya texmînkirî bixwe.

    Hat ragihandin ku dema Robotê 60 santîmî yê ku li ser serê wê lambeyek û du kamere hene û navê wî "dupişk" e ku ji aliyê Şirketa elektronîk a Hitachiyê ve hatiye bipêşxistin, di herêma navendî ya santralê de ya ku kavilên radyoktîv lê zêde ne, xera bûye.

    "CIHÊ SOTEMENIYA HELIYAYÎ NEHAT DIYARKIRIN"

    Şirketa Wizeya Elektirîkê ya Tokyoyê ya ku santralê bi rê ve dibe îro bi daxuyaniyekê ragihand ku robotê xweragiriya wî zêde û ji dûr ve tê kontrolkirin, berî ku xera bibe, dîmen û dane ji yekîneya duyem a reaktorê bi dest xistine û şandine lê dîsa jî nekariye cihê sotemeniya heliyayî ya gelekî giring diyar bike. Navgîna xerabûyî li cihekî wiha hat hiştin ku rê li ber robotên din negire gava ku bên şandin.

    Di van lêkolînên ku van çend hefteyên dawî berdewam dikin de, eşkere bûye ku rêyên divê robot di wan re biçûna, xera bûne û asta radyoasyonê ji ya payînî zêdetir e. Hat teqezkirin ku divê guherînên guncav ji bo van tiştan di robot û navgînên keşfê de werin kirin.

    "ROBOTÊ BERÎ VÎ, TENÊ 2 SAETAN XWE RAGIRTIBÛ"

    Berî çend hefteyan robotekî din ê "dupişk" hatiye şandin bo kavilan paqij bike lê piştî du saetan herdû kamereyên wî ji ber radyoasyona di asta 1 Sievertê de xera bûne û neçar maye vegere. Navgîn wiha hatibû dîzaynkirin ku bikare 10 saetan di radyoasyona texmînkirî de bixebite. Lê rêjeya radyoasyonê di nava reaktorê de bi gelekî ji ya texmînkirî zêdetir bû.

    "DIBE BI DEHAN SALAN BERDEWAM BIKE"

    Piştî tsunamiya sala 2011an, ji 4 pergalên cemidandinê, sê heb nema xebitîbûn û heliyabûn. Tsunamiya ku piştî erdhejê çêbûbû, bûbû sedema çizrana radyoaktîv di Fukuşîmayê de. Ev qeza piştî Çernobilê, dihesibe duyem mezintirîn karesata nûkleer a cîhanê. Piştî wê 50 reaktorên Japonyayê bi awayekî demkî hatibûn girtin. Pisporan ragihandibû ku dibe paqijkirina santralê bi dehan salan berdewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka filoya xwe F-35 li Japonyayê bi cih kir
    Li Hewlêrê Konsolxaneya Japonyayê hat vekirin
    Herêma Kurdistanê dê mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê bike
    Serokwezîrê Japonyayê serdana Abîdeya Pearl Harborê dike
    Ji Rûsya û Japonyayê memorandûma hevkariya nukleerî
    Di navbera Rûsya û Japonyayê de 68 peyman hatin îmzekirin
    Pûtîn spasiya serokwezîrê Japonyayê kir
    Pûtîn diyar kir bê çi ji Japonyayê dixwazin
    Etîketan:
    nûkleer, santral, Tokyo, Japonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de