19:59 21 Sibat 2017
Zindî
    Kim Jong-nam (milê çepê)  û Kim Jong-un

    Peyvên dawî yên birayê Serokê Koreya Bakur ku hat kuştin çibûn?

    © AP Photo/ Shizuo Kambayashi,Wong Maye-E
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2020

    Di lêpirsîna kuştina birayê Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un Kim Jong-nam de hurgiliyên balkêş derdikevin. Li gorî polêsê Malezyayê bûyer ji terefê sîxurên biyanî ve hat kirin.

    Li gorî hêzên ewlehî yên Malezyayê di kuştina birayê Serokê Koreya Bakur Kim Jong-nam de tiliya sîxurên biyanî heye û li 4 gumanbaran digerin. Herwiha peyvên dawî yên Jong-nam jî derketin holê.

    Li gorî rojnameya China Press ku li Malezyayê bi zimanê Çînî derdikeve, Kim Jong-nam piştî êrişê 15 metroyan meşiya û li qata çara ji noqteya şêwirînê alîkarî xwest.

    Kim Jong-nam bi Îngîlîzî û bi rûyekî dilêş ji noqteya şêwirînê re got: "Gelekî bi êş e, tiştekî ron pijiqandin" û ev peyvên wî dawî bûn.

    Herwiha piştî ku Jong-nam serdana noqteya şêwirînê kir û alîkarî ji wan xwest, wezîfedaran Jong-nam daxistin qata 3yemîn û birin klînika tendirustî. Bijîşkê klînîkê ji ber Jong-nam hişê xwe winda kiribû ew sewkî nexweşxaneyê kir. Li gorî agahiyan Jong-nam dema di ambulansê de sewkî nexweşxaneyê dikirin jiyana xwe ji dest da.

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Pentagonê: "Ceribandina moşeka Koreya Bakur gihîşte menzîla herî dûr"
    Rûsya û Çînê ji ber ceribandina moşekan bertek da Koreya Bakur
    'Koreya Bakur fûzeyên balistik bikar anîn'
    Koreya Bakur NHBeyek nû çêdike
    Koreya Bakur dîsa ceribandina moşekên balîstîk pêk anît
    Etîketan:
    Peyvên dawî yên birayê Serokê Koreya Bakur, Kim Jong-il, Kim Jong-nam, Malezya, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de