00:40 26 Adar 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê

    Parlamentoya Ewropayê ‘dîrektîfa tekoşîna terorîzmê' pesend kir

    © REUTERS/ Vincent Kessler
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1810

    Parlamentoya Ewropayê (PE) venerîna Yekîtiya Ewropayê (YE) ya dîrektîfa tekoşîna bi terorîzmê re pesend kir.

    Li gorî vê pesendkirinê êdî ‘plansaziya êrişa terorî', ‘berhevkirina agahiyan ji bo êrişan', ‘nîyetkirina êrişan', ‘ji bo tevlîbûna grûbên terorî seyeheta welatên biyanî', ‘bangkirina êrişên terorî' û daxuyaniyên pesindayîna rêxistinên terorî' wê bibin sûc.

    Venerîna Yekîtiya Ewropayê (YE) ya dîrektîfa tekoşîna bi terorîzmê re di raya giştî ya Ewropayê de bibû sedema nîqaşan û ew guherîn di PEyê de hat qebûlkirin. Yekîtiya Ewropa bi vê tarîfa nû rêbaza tekoşîna teror û terorîzmê guherandin, YE dê vê rêbaza nû ji bo zêdebûna tehdîda terorî têxe meriyetê.

    Raport ji terefê endama Grûba Demokratên Xrîstiyan a alman Monika Hohlmeier ve pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê hat kirin. Di Lijneyê Giştî ya PEyê de pêşnûmaya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî hat nirxandin. Pêşnûma di Mijdara 2016an de bi awayekî xeyrî fermî hatibû qebûlkirin û ew pêşnûma niha ji terefê endamên PEyê ve ku saziyeke qanûnî ya yekîtiyê ye bi awayekî fermî hat qebûlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Namzetên Serokatiya PEyê hêdî hêdî diyar dibin
    Endamê PEyê banga qedexekirina çalakiya PKKê kir
    Biryara PEyê ya li dijî Spûtnîkê kete rêza yekemîn a çapemeniyê
    PEyê li hemberî RT û Sputnikê biryar stand
    Serokê Partiya Komunîst: ‘Biryara PEyê em şaş nekirin'
    Etîketan:
    Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê (YE), Monika Hohlmeier, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de