15:45 22 Mijdar 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump: "Çapameniya Amerîkayê ji kontrole derketiye"

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 20

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe de ragihand ku çapemenî ne dirist e û heke em vê neaxivin ev tê wateya ku em derewan ji xelkê Amerîkayê re dikin.

    Trump di axaftina xwe ya çapamenî de got: "Çapemenî ne dirist e û heke em vê neaxivin ev tê wateya ku em derewan ji xelkê Amerîkayê re dikin. Divê em vê vekolînin bê çima çapamenî wiha dike, lewra çapamenî ji kontrole derketiye."

    Serokê Amerîkayê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Min îstîfaya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Mishael Flynn xwest. Ji bo axaftina bi balyozê rûsî Sergey Kislyak re agahiyên şaş dane Mike Pence. Rastî ji Pence re negot û paşî got nayê heşê min, ev nayê qebûlkirin."

    MIN ÎSTÎFAYA WÎ XWEST Û WÎ JÎ QEBÛL KIR

    Donald Trump li ser dana agahiyên şaş a Michael Flynn got: "Ez tu pirsgirêkê nabînin ku Flynn bi balyozê rûsî re bi rêya telefonê biaxive. Ew kare xwe dike, lê nabe ku agahiyên şaş bide Cîgirê Serokê Amerîkayê. Min li ser vê îstîfaya wî xwest û wî jî ev qebûl kir. Her tişt li aliyekî ew însanekî baş e."

    Trump di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ez vê civîna çapemenî ji bo ku li welatê me gelek sazî û nûçegihanên medyayê rast nabêjin dikim. Divê gelê me rastiyan bizanibe û rêzgirtinê heq dike. Lewra çapamenî ne dirist e û heke em vê neaxivin ev tê wateya ku em rastiyan ji gelê xwe vedişêrin. Çapamenî ji kontrole derketiye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Trump: Biryarnameya nû ya ser koçberan hefteya pêşiya me amade ye
    Trump: Demokrat ji bo têkçûna xwe meşrû bikin, 'Çîroka Rûsyayê' lihev anîn
    Esad: "Qedexeya vîze ya Trump ne li hemberî gelê Sûriyeyê ye"
    Trump: Flynn mirovekî bêhempa ye, neheqî lê kirin
    Trump bo Netanyahû: Divê Îsraîl nermtir tevbigere
    Trump: Gelo ma Obama di mijara Kirimê de gelek bi nermî tevgeriya?
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî, Mike Pence, Michael Flynn, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de