11:21 22 Sibat 2017
Zindî
    Ala Yûnanistanê

    Boratav: "Yûnanistan nikare deynê xwe bide, divê ji yekîtiya euroyê derkeve"

    © REUTERS/ Alkis Konstantinidis
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2230

    Prof. Dr. Korkut Boratav ku yek ji ekonomîstên Tirkiyeyê yê herî navdar e ragihand ku Yûnanistan tucarî nikare deynê xwe bide, ya baş ku ji euroyê derkeve ye.

    Hefteya borî Parlamenterê Almanyayê Hans-Olaf Henkel di civîna Parlamentoya Ewropayê de gotibû ‘Bila Yûnanistan ji nava Yekîtiya Evropa û euroyê derkeve wê demê hewceyî bi dana deyna jî namîne. Wê demê ekonomiya wê ji ber xwe dê rast jî bibe.'

    ‘JI BER NEBÛNA PEREYÊ NETEWEYÎ KRÎZ ÇÊBÛ

    Ekonomîstê navdar ê Tirkiyeyê Prof Dr. Korkut Boratav pêşniyara Henkel nirxand û got: "Hewceyiya Yûnanistanê ji derketina Yekîtiya Ewropa nake, ji bo ku pereyekî neteweyî tuneye bandora krîza ekonomîk zêde dibe. Gelê Yûnanistanê dixwaze ji pereye hevpar derkeve lê Serokwezîr Aleksis Çipras xwe li vê ranagire û polen desthilat destûra ji derketina Yekîtiya Ewropayê nadin."

    Boratav di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha derketina Yûnanistanê ji euroyê ne di rojevê de ye. Bi vî awayî an bi awayekî din hikûmeta yunan teslîm bûye an jî wê teslîm bibe. Krîza ekonomîk ji ber nebûna pereyê neteweyî çêbû.

    Bi heman mijarî:

    Yûnanistan: "Em derbasbûna keştiyên rûsî yên peravên xwe qedexe nakin"
    'Herka Tirk ji bo ku Yûnanistan bibe navenda enerjiyê wê tevkariyê bike'
    Yûnanistan: "Tirkiye bi rêbazên berê dixwaze bi qertê netewperestiyê bilîze"
    Yûnanistan roja pêncşemê wê biryara leşkerên derbekar bide
    Yûnanistan: 'Em amade ne ku bi Rûsya û Herka Tirkiyeyê re hevkariyê bikin'
    Etîketan:
    Krîza ekonomîk a Yûnanistanê, Parlamenterê Almanyayê, Ekonomîstê navdar ê Tirkiyeyê, Korkut Boratav, Hans-Olaf Henkel, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de