00:34 26 Adar 2017
Zindî
    Michael Fallon

    Fallon: "Divê em presê li ser Mûsil û Reqqayê bikin"

    © AFP 2017/ Yoshikazu TSUNO
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4420

    Wezîrê Parastin ê Îngîltereyê Michael Fallon di çarçoveya tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê de ragihand ku divê em presê li ser Mûsil û Reqqayê bikin.

    Michael Fallon di çarçoveya tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê de li Brûkselê berî civîna NATOyê ragihand ku welatê me bi piştgiriya koalîsyonê, parvekirinên îstîxbaratî, êrişên hewayî û perwerdekirina hêzên iraqî piştgiriyê dide tekoşîna dijî DAIŞê.

    ‘DAIŞÊ ŞERVAN Û PIŞTGIRIYA ABORÎ WINDA KIRIYE'

    Fallon di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rêxistina terorîst a DAIŞê bingeh, şervan û piştgiriya xwe ya aborî winda kiriye. Ji bo ku em derbeya dawî lê bixin divê em presê li ser Mûsil û Reqqayê bikin. Îngîltere jî wekî çend welatan di mijarên girîng wekî êrişên hewayî, îstîxbarat û perwerdekirinê rola xwe didomîne."

    ‘OPERASYONA PAQIJIYA REQQAYÊ WE HETANÎ BIHARÊ BIQEDE'

    Wezîrê brîtanî di dawiya axaftina xwe de got: "Li Sûriyeyê tablo tevlîhevtir e, operasyona paqijiya Reqqayê ji rêxistina terorîst a DAIŞê hetanî biharê wê biqede."

    Bi heman mijarî:

    Neçîrvan Barzanî û Fallon bo mijara DAÎŞê civiyan
    Wezîrê Bergiriyê yê Ingiltereyê Fallon li Herêma Kurdistanê ye
    Wezîrê Parastin ê Birîtanyayê Michael Fallon çû Herêma Kurdistanê
    Peskov: Îdiayên Wezîrê Parastin a Brîtanya yê Fallon bêbingeh in
    Etîketan:
    Operasyona Reqqa û Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Wezîrê Parastin e Îngîltereyê, Michael Fallon, Brûksel, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de