11:46 21 Hezîran 2018
Hevdîtinên aştiyê yên Hikûmeta Kolombiyayê û ELNê

Li Kolombiyayê hikûmet û ELNê li hev kir

© REUTERS / Mariana Bazo
Cîhan
Lînkê kurt
0 11

Di navbera hikûmeta Kolombiyayê û rêxistina serhildêr ELNê de rêkeftina yekem a hevdîtinên aştiyê pêk hat. Di rêkeftinê de agirbesta mayînde tê pêşbînîkirin.

Hikûmeta Kolombiyayê û Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) ragihandin ku wan li hev kiriye ku peymanê deynin.

Sala borî Hikûmeta Kolombiyayê û FARCê peymana aştiyê îmze kiribûn û piştre jî hikûmetê dest bi hewildanên lihevkirina bi ELNê re kiribû.

HER DU ALÎ JÎ RÊKEFTINÊ WEK DESTPÊKEKE BAŞ DINIRXÎNIN

Serokê delegasyona hikûmetê Juan Camilo Restrepo da xuyakirin, "Ji bo pêkanîna agirbestê û bidawîkirina dijminatiyê bi ELNê re, em dixwazin gav bi gav planê bi cî bînin."

Fermandarê ELNê Pablo Beltran jî li ser rêkeftina ewil got, ‘Ligel cudahiyan jî destpêkeke baş e.'

Bi heman mijarî:

Wezîrên Rûsya û Tirkiyê li ser bihêzkirina agirbesta Sûriyê peyivîn
Haley: Em piştgiriyeke tam didin çareseriya du dewletî
Puşkov: Li Bonnê hemleyeke mezin çênebû, nedibû çêbe
Cîgirê Serokomarê Iraqê: Em ê ji serxwebûna Kurdistanê re rêzdar bin
Terorîstê DAIŞê bi cil û bergên jinan hat desteserkirin
Etîketan:
Hevdîtinên aştiyê yên Hikûmeta Kolombiyayê û ELNê, Kolombiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de