12:39 20 Mijdar 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump: Biryarnameya nû ya ser koçberan hefteya pêşiya me amade ye

    © AP Photo/ Martinez Monsivais
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2010

    Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser biryarameya koçberan ku îmze kiribû û bûbû mijara nîqaşan israra xwe didomîne. Trump da xuyakirin ku dê biryarnameya nû ya ser koçberan hefteya pêşiya me amade bibe.

    Serokê Amerîkayê Trump di civîna ku navê Wezîrê nû yê Xebatê Alexander Acosta ragihand de, da xuyakirin ku wê ji nû ve biryarnameya ser koçberan a ku ji aliyê dadgehê ve hatiye rawestandin were rojevê û hefteya pêşiya me jî dê biryarnameya nû ragihîne.

    Trump li ser pirsên rojnamevan yên derbarê Şêwirmendê Ewlekariya Netewî Michael Flynn ku îstifa kiriye jî got, ‘Mike Flynn kesekî qenc e. Min îstifaya wî xwest, wî jî bi hurmetdarî bi cî anî.'

    'FLYNN TENÊ KARÊ XWE KIRIYE'

    Trump diyar kir ku dema pê hesiyaya Flynn agahiyên şaş dane Mike Pence pê xemgîn bûye.

    Trump herwiha got ku Flynn di axaftina xwe ya bi balyozê Rûsî re tiştekî şaş nekiriye, tenê mesele ew e ku hurgiliyên axaftinê bi Mike Pence re parve nekirine û wî tenê karê xwe kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Pentagonê bersiva Rûsyayê neda
    ‘Di operasyona hewayî ya Tirkiyeyê ya li El Babê de 24 sivîl jiyana xwe ji dest dan'
    Trump: Demokrat ji bo têkçûna xwe meşrû bikin, 'Çîroka Rûsyayê' lihev anîn
    Li Sûriyeyê, Rûsya 3 Tirkiyeyê jî 6 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    Parlamentarê Sûrîyê: DAIŞ ji roja roj ve îradeya welatên biyanî bi cî tîne
    Lavrov û Çavuşoglu hevdîtin pêk anîn
    Caferî: ‘Tirkiye ji binpêkirina serweriya Sûriyeyê berpirsyar e'
    Etîketan:
    Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de