16:57 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Sergey Şoygu

    Pentagonê bersiva Rûsyayê neda

    Sputnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2511

    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis red kir ku bersiva hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Şoygu ya derbarê ‘çêkirina dîyalogê li ser hêzê’ bide.

    Mattis li ser pirsa rojnamevanan got, "Ez qet pêwîst nabînim bersiva daxuyaniya ji Rûsyayê hatiye bidim. NATO her tim ji bûye alîgirê welatên demokratîk, parastina azadiyan û hêza leşkerî bo dahatuya zarokên me."

    Mattis anî ziman ku Amerîka û NATO amade ye bi Rûsyayê re hevkariya siyasî bike, lê ne amade ye hevkariyeke leşkerî bike û wiha domand: "Divê berî her tiştî Rûsya xwe nîşan bide û sozên di çarçoveya peymana Rûsya-NATOyê de daye bi cî bîne."

    Berî niha jî li ser gotinên Mattis ên daxwaza muzakereya hevsengiya leşkerî ji bo çêkirina pêwendiyên Rûsya û Amerîkayê, Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu gotibû ku her çiqas Rûsya amade ye bi ser Pentagonê re pêwendiyê bike jî bêfêde ye ku li ser pozîsyona hêza leşkerî dîyalogê bike.

    Şoygo herwiha ji Washingtonê daxwaza bersivekê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûriyeyê, Rûsya 3 Tirkiyeyê jî 6 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    Parlamentarê Sûrîyê: DAIŞ ji roja roj ve îradeya welatên biyanî bi cî tîne
    Lavrov û Çavuşoglu hevdîtin pêk anîn
    Caferî: ‘Tirkiye ji binpêkirina serweriya Sûriyeyê berpirsyar e'
    Ji bo şaredariyek din jî qeyûm hat tayînkirin
    Zaxarova: Wezareta derve dê beşekî ji bo têkoşîna li dijî nûçeyên derew veke
    Ji Rûsyayê derbarê Balyozê Enqereyê daxuyanî
    Etîketan:
    Pentagonê bersiva Rûsyayê neda, Rûsya, amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de