05:06 28 Hezîran 2017
Zindî
    NATO / Karadeniz

    NATOyê biryara zêdekirina hêza xwe ya leşkerî li Behra Reş da

    © AFP 2017/ DANIEL MIHAILESCU
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1210

    Ji civîna wezîrên parastin ên NATOyê ya li Brûkselê biryara zêdekirina hebûna leşkeri ya li Behra Reş derket.

    Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku wezîrên parastin ên welatên endam biryara zêdekirina hêza leşkeri ya li Behra Reş dane, lê ev zexmbûn dê bo parastinê be.

    Stoltenberg piştî civîna wezîrê parastin ên NATOyê ya li Brûkselê daxuyanî da rojnamegeran û got: ‘Bi armanca zêdetir wergirtina agahiyên li herêmê û zêdebûna tetbîqatan, NATOyê biryara zêdekirina hêza leşkeri ya li Behra Reş dane û ev biryar bo koordinasyona li herêmê hatiye standin.'

    Ji aliyê din ve Stoltenberg eşkere kir ku NATO hêza xwe ya li Behra Reş zêde dike, lê ev zexmbûn bo parastinê dê bên kirin û teqez bo zêdekirina rageşiya li herêmê an jî bo provakasyonek nîne.

    Bi heman mijarî:

    Mattis: NATO ji bo Amerîkayê hêj jî prensîpa yekemîn e
    Tê îdiakirin ku NATO li Afxanîstanê li sivîlan daye
    Gruşko: "Em ê bersiva planên NATO yên Deryaya Reş bidin"
    Îdîaya ku ‘NATO li Iraqê baregeha leşkerî ava dike'
    NATO û Ukrayna li Behra Reş tetbîqata hevpar li dar dixin
    Etîketan:
    leşkerî, hêz, civîn, biryar, NATO, Jens Stoltenberg, Brûksel, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de