15:10 18 Mijdar 2017
Zindî
    Li Îranê li dijî Trump xwenîşandan

    'DYA, Îsraîl û dewletên ereban li dijî Îranê hevpeymanekê dadimezirînin'

    © AFP 2017/ Atta KENARE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2210

    Serokê DYAyê Donald Trump li Rojhilata Navîn Îran ji xwe re kir armanc. Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku birêveberiya Trump bizav dike ku hevkariyeke leşkerî li dijî Îranê damezirîne ku ji Îsraîl, Erebistana Siûdî, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereban, Misir û Urdunê pêk tê.

    Rojnameya navdar a DYAyê Wall Street Journal (WSJ) ragihand ku birêveberiya Donald Trump li gel hevkarên xwe yên ereb bizav dide ku hevpeymaneke leşkerî li dijî Îranê çêke.

    Li gorî rojnameyê, Erebistana Siûdî, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat), Îsraîl, Misir û Urdun tev li van nîqaşan bûne.

    "EW DÊ ISTIXBARATÊ BIDIN HEV"

    Rayedarên Rojhilata Navîn WSJê diyar kir ku ihtimal heye welatên din ên ereban jî tev li hevpeymana navborî bibin û parvekirina istixbaratê bi Îsraîlê re li dijî neyarê hevpar di rojevê de ye.

    Rayedarekî ereb ku navê wî nehatiye eşkerekirin wiha got:

    "Ji  misyonên dîplomatîk ên li Washingtonê dipirsin bê dixwazin tev li hêzêke wiha bibin ku Îsraîl jî di nav de ye. Rola Îsraîl ne pewerde yan jî hêzeke bejahî ye lê belê muhtemelen ew dê tenê parvekirina istixbarata be. Îsraîl jî di vî warî de baş e."

    "HEVPEYMANA EREB DÊ WEK A NATOYÊ BE"

    Rojnameyê bal kişand ser hindê ku dewletên ereb niha ne xwediyê rêkeftineke parastinê ya beramber in û eger hevpeymaneke wiha pêk were, ev welat dê têkevin bi sîwanekê ya wek a NATOyê û eger êrîşek li dijî yekê ji wan were, ew ê bihesibe ku li dijî yên din jî hatiye kirin.

    "DYA DÊ PIŞTGIRIYA LEŞKERÎ Û ISTIXBARATÊ BIDE"

    WSJê diyar kir ku alîkariya DYAyê ya istixbarat û leşkerî dê zêdetir be ji ya ku dabû Erebistana Siûdî di şerê wê li dijî hûsiyên Yemenê lê li gel vê jî ne DYA û ne jî Îsraîl dê nebin beşek ji pakta parastinê ya hevbeş.

    "EREBISTANA SIÛDÎ Û ÎMARAT, MERC JI BO ÎSRAÎLÊ DANÎNE"

    Herwiha rojnameyê diyar kir ku ne Qesra Spî û ne jî Îsraîlê daxuyanî derbarê mijarê de nedaye û îdia kir ku Erebistana Siûdî û Îmarata ku bi awayekî fermî Îsraîl wek neyar ragihandiye, beramberî hevkariya bi birêveberiya Tel Avîvê re hinek daxwaz kirine.

    Li gorî wê, Îmarat û Erebistana Siûdî xwestiye ku wêbiryara kongreyê ya rê ji malbatên mexdûrên 11ê Îlonê vedike ku dozê li hikûmetên wan vekin betal bikin û Îsraîl li Urduna rojava û Rojhilatê Qudsê dest ji avakirina jîngehan berde.

    Bi heman mijarî:

    Şîretkarê Barzanî yê berê Mohemed Cuma: Îsraîl û Kurdistan dê ji neçariyê federaliyê çêkin
    Trump bo Netanyahû: Divê Îsraîl nermtir tevbigere
    Îdareya Girtîgehên Îsraîl û girtiyên filistînî li hev kirin
    Tirkiyê ji ber avakirina niştecihên nû Îsraîl şermezar kir
    Îsraîl û Tirkiye li Enqerê dicivin
    'Îsraîl, metirsîdar e ku Trump belgeyên nepen, bigihîne Pûtîn'
    Îsraîl cenazeyên Hamasê dê êdî radestî malbatên wan neke
    Îsraîl: Amerîkayê terka tekane dostê xwe yê Rojhilata Navîn kir
    Etîketan:
    Donald Trump, Îran, Erebistana Siûdî, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ere, Urdun, Misir, Îsraîl, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de