01:18 23 Adar 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Wezîrê Karên Derve Rûsî Lavrov û hemkarê xwe Amerîkayî Tillerson li hev civiyan

    Sputnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li bajarê Bonnê yê Almanyayê ev cara pêşîn e bi hemkarê xwe yê Amerîkayî Rex Tillerson re li hev civiya.

    Ev hevdîtin him hevdîtina pêşîn a di navbera Lavrov û Tillerson de ye him jî hevdîtina rû bi rû ya pêşîn a di navbera hikûmeta Rûsya û rêveberiya nû ya Amerîkayê ye.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsî Mariya Zaxarova roja sêşemê daxuyandibû ku Lavrov û Tillerson wê di hevdîtinê de mijarên navneteweyî û peyweyndiyên di navbera her du welatan de biaxivin. Tê payîn ku mijarên Sûriye û Ûkraynayê jî werin axaftin.

    ‘GELEK TIŞTÊN ME HENE KU EM TILLERSON RE BIPEYIVIN'

    Lavrov beriya hevdîtinê daxuyanî da rojnamegeran û got gelek tiştên me hene ku em bi Tillerson re bipeyivin. Lavrov her wiha got hêviya wan ew e ku di hevdîtina ligel Tillerson de parametreyên ji bo xebatên hevpar ên siberojê jî diyar bikin. Li ser pirsa rojnamegerekî ya ‘aloziyên' li Washingtonê Rûsyayê bi endîşe dike an na, Lavrov got, "Divê hûn bizanin em dest nadin karên navxweyî yên welatên din."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Tillerson li Bonnê dê li ser mijarên navdewletî biaxivin
    Lavrov: Divê dengê dijberiya çekdar li Astanayê bê bihîstin
    Civîna yekem a Lavrov û Tillersonî dê li Almanyayê pêk were
    Lavrov: Talîmatên Pûtîn ên piştî kuştina Karlov dan tên sepandin
    Sergey Lavrov: Pê bawerim ku dê Trump ji bo Sûriye bi hevkarê me be
    Lavrov: Em bi Tirkiye û Îran re ji bo Suriye amadekariya civînek nû dikin
    Etîketan:
    civiyan, hevdîtin, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Rex Tillerson, Sergey Lavrov, Bonn, Almanya, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de