15:33 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov û Tillerson li Bonnê dê li ser mijarên navdewletî biaxivin

    Sputnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1310

    Alîkarê Wezîrê Derve Yê Rûsyayê Grigory Karasin ragihand ku Sergey Lavrov û hevkarê wî yê DYAyê Rex Tillerson dê li Bonnê hemû mijarên heyî gotûbêj bikin, mijara Ûkraynayê jî tê de.

    Karasin îro pêncşemê ji rojnamevanan re wiha got: Wezîrê derve diçe Bonn û Munihê daku beşdarî civînên giring bibe.

    Derbarê bê herdû wezîrê dê derbarê mijara Ûkraynayê de biaxivin an na, Rayedarê rûs teqez kir ku ew mijar jî dê were axiftin.

    Herwiha Karasin wiha dewam kir: "Progameke me ya xebatan heye û hemû mijar dê werin gotûbêjkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê îro pêncşemê eşkere kiribû ku gotûbêjên navbera Wezîrê Derve yê DYA Rex Tillerson  û hevkarê wî yê rûs Sergey Lavrov li bajarê Bonnê dê bêtir li ser hevkariya pratîk û avaker a navbera Rûsya û DYAyê ji bo şerê li dijî terorê bin.

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Divê dengê dijberiya çekdar li Astanayê bê bihîstin
    Lavrov: Talîmatên Pûtîn ên piştî kuştina Karlov dan tên sepandin
    Lavrov Karlov di Roja Dîplomatan de ji bîr nekir
    Lavrov: Pirsa Kurd kilîta Rojhilata Navîn e
    Lavrov: Em dixwazin hevkariya xwe ya aborî bi Afxanistanê re bi pêş de bibin
    Lavrov: Têkiliyên di mijara Sûriyeyê de yên Rûsya û Amerîkayê dewam dikin
    Etîketan:
    Rex Tillerson, Sergey Lavroıv, Almanya, BONN, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de