05:22 23 Hezîran 2018
Civînên Astanayê

Serokên şanda Rûsya û Îranê yên li Astanayê li hev civiyan

© AFP 2018 / Kirill Kudryavtsev
Cîhan
Lînkê kurt
0 42

Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyin Cabirî Ensarî di civîna Astana-2yê de di derbarê rewşa dawîn a Sûriyeyê de li hev civiyan.

Hat ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyin Cabirî Ensarî yên ku ji bo civîna Astana-2yê li bajarê Astana yê paytexta Kazakistanê ne, li hev civiyan û di wê civînê de li ser rewşa dawîn a Sûriyeyê, sepandina agirbestê û mijarên roveja hevdîtinên Astanayê axivîn.

Lavrentyev di hevdîtinên li Astanayê de serokatiya şanda Rûsyayê, Ensarî jî serokatiya şanda Îranê dike.

Hevdîtinên pêşîn ên li Astanayê meha borî bi beşdarbûna Rûsya, Îran, Tirkiyeyê, hikûmeta Sûriyeyê û hinek aliyên mixalîfên nerme yên li Sûriyeyê hatibû lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Dîplomatê tirk: Washington niha nikare alîkariyek mezin di pêvajoya Astanayê de bike
Rûsya: Beşek ji şandeya Tirkiyê sibe tê Astanayê
Sûriye: Tirkiye û muxalîfên çekdar bo Astanayê ne cidî ne
Hevdîtinên Astanayê hatin paşxistin
Heyetên rûs û tirk berî civîna Astanayê wê hevdîtinekê pêk bînin
Lavrov: Divê dengê dijberiya çekdar li Astanayê bê bihîstin
Etîketan:
civiyan, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê, Huseyin Caberî Ensarî, Aleksandr Lavrentyev, Kazakistan, Astana, Îran, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de