09:09 28 Adar 2017
Zindî
    Michael Flynn

    Flynn: Min sînor derbas nekirin, yana FBIyê bi qirika min bigirta

    © AP Photo/ Lauren Victoria Burke
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2510

    Piştî ku Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Michael Flynn li ser îdiayên ku bi telefonê bi Balyozê Rûsyayê li Washingtonê Sergey Kislyak re axiviye îstîfa kir, Flynnî teqez kir ku bi Kislaykî re li ser rakirina sizayan neaxiviye.

    Flynn bi Daily Caller News Foundationê re axivî û teqez kir ku di axiftina xwe bi Kislaykî re "sînor derbas nekiriye" û wiha pê de çû: "Axiftin ne derbarê mueydeyan de bû. Derbarê 35 dîplomatên(Birêveberiya Obama bi îdiaya destwerdana di hilbijartinên serokatiya DYAyê de dersînor kiribû) de bû. Min ji Kislaykî re got ku em ê di nava çend hefteyan em ê dest bi peywira xwe bikin, lewra hinek dem bidin me. Min qet gotinên wek em ê mueyideyan ji nû ve binirxînin".

    ÇAVKANIYA ÇIZIRANA NEDÎTÎ ÇI YE?
    Flynn destnîşan kir ku çirizîna belgeyên li dijî rayedarên hikûmetê "nedîtî ye û wiha dewam kir: "Ev agahî ji kesên di Komîteya Ewlekariya Neteweyî tê? Ji kesên di komeleya istixbaratê de tê? Yan jî ji Wezareta Derve yan jî Wezareta Parastinê ye?"
    Herwiha Flynn teqez kir ku divê ew kesên agahî gihandine çapemeniyê werin sizakirin.

    "TRUMP XWEST, EZ DERKEVIM Û BIAXIVIN"

    Ji aliyê din ve, Flynn diyar kir ku Serokê DYAyê Donald Trump jê re eşkere kiriye ku pê bawer e û teqez kir ku divê derkevim û biaxiivm.

    Flynn di axiftina xwe de diyar kir ku naxwaze bêtir derbarê telefona bi Kislaykî re biaxivine û wiha got: "Encex kenewer e. Rewş êdî ji kontrolê derketibû. Ji ber van behaneyên şaş, ez êdî li ser asta navdewletî jî têm nasîn."

    "FBIYÊ DÊ BI QIRIKA MIN BIGIRTA"

    Ji aliyê din ve, Flynn careke din teqez kir ku "sînor derbas nekiriy" û wiha dewam kir: Ji min bawer bikin, eger min tiştekî wiha kiribûya, FBI dê bi qirika min bigira û hemû karbidestiyên min dê ji min bihatina stendin."

    ÇI BÛBÛ?

    Hatibû îdiakirin ku Flyyn di axiftina xwe bi Kislyakî re behsa rakirina muyedeyan kiribû û wan îdiayan cihekî mezin di çapemeniyê de girtibû. Piştî wê Flynn îstîfa kiribû.

    Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer diyar kiribû ku Trump daxwaza îstîfayê kiriye û wiha gotibû: "Serok bi awayekî cidî nîgeran bûbû ku Flynn ji aliyê Pence û kesên din ve hatibe beralîkirin."

    Qanûnên DYAyê, rê nade kesên ne peywirdarên hikûmetê ku polîtîkaya derve bi rê ve bibin. Lewra îdiayên ku berî Flynn dest bi peywira xwe bike,  bi Kislyakî re derbarê rakirina mueydeyan de axiviye bûbû sedema nîqaşan.Flynn jî ew tawanbarkirin red kiribûn û dûre gotibû "ne piştrast im".

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Flynn îstîfa kir
    Trump: Ev derewên têkiliya bi Rûsyayê re, ji bo nuxamtina şaşiyên Clintonê ne
    Peskov: Pûtîn û Trump li ser mijara Kirimê nepeyivîn
    'Trump li bendê ye Rûsya Kirimê radestî Ukraynayê bike'
    ‘Dosya hewldana suîqesta Erdogan ji Trump re diçe'
    Trump li ser twitterê biryara qedexeyê ji bo penaberan parast
    Etîketan:
    Michael Flynn, sergey Kislyak, RûsyA, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de