09:22 23 Tebax 2017
Zindî
    Donald Trump

    Trump: Ev derewên têkiliya bi Rûsyayê re, ji bo nuxamtina şaşiyên Clintonê ne

    © REUTERS/ Joshua Roberts
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2811

    Serokê DYAyê nûçeyên têkiliya bi Rûsyayê re wek nûçeyên bêwate bi nav kir û teqez kir ku ev îdia tenê bi wê armancê tên kirin daku şaşiyên reqîba wî Hillary Clinton yên hilbijartinê bên nuximandin.

    Trump wiha got: "Têkiliya bi Rûsyayê re, tenê bizavek e ji bo şaşiyên helmeta Hillary Clintonê ya hilbijartinê binuximînin."

    Hêjayî gotinê ye ku CNN û New York Timesê îdia kiribû ku hinek kesên di komîteya hilbijartinê ya Trump de pêwendî bi sitxbarata Rûsyayê re danîbûn.

    Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov teqez kiribû ku divê ev îdia wek îdiayên cidî neyên hesibandin û teqez kiribû ku nûçeyên Trump û istixbarata Rûsyayê bi hev ve girê dide, derew in û rexneyên tund li wan giritbûn.

    "HINDIK MAYE, MSNBC Û CNN NEMA WERIN TEMAŞEKIRIN, AGAHIYAN DIGIHÎNE NYT Û WPYÊ"

    Ji aliyê din ve, Serokê DYAyê di tweeta xwe ya din de wiha got: "Medyaya nûçeyên derew, bi teoriyên komployê û gotarên nefretê, kor û dîn bûye. MSNBC û CNN di rewşeke wiha de ye ku hindim maye nema were temaşekirin. FOX, bêhempa ye."

    ​Herwiha Trump rexne li çapemeniya nivîskî jî kir û teqez kir ku New York Times ve Washington Post bi awayekî dijî qanûnan istixbarata DYAyê radigihîne bo Saziya Ewlekariya Neteweyî(NSA) û Nivîsgeha Lêkolînên Federal(FBI).

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em piştgiriya fikrê herêma ji çekên nukleerî şûştî li Rojhilata Navîn dikin
    'Trump li bendê ye Rûsya Kirimê radestî Ukraynayê bike'
    Rûsya: Rapora bikaranîna çekên kîmyewî, îtibara HRWê serobinî hev dike
    Rûsya 5 Tirkiyeyê jî 9 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    Rûsya û Çînê ji ber ceribandina moşekan bertek da Koreya Bakur
    KCK: 'Bila Rûsya û DYA alîkariya Tirkiyê nekin'
    Etîketan:
    Hillary Clinton, Donald Trump, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de