15:51 19 Hezîran 2018
Herêma Xweser a Uygura Çînê

Li Çînê êrişa bi kêrê: 5 kuştî û 5 birîndar

Mahmut Atanur
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Li herêma Xweser a Uygura Çînê di êrişa bi kêrî de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya malpera walîtiyê, 3 kesên ku kêr di destê wan de êrişî însanan kirin û ev hersê kes ji terefê hêzên ewlehî ve hatin kuştin. Meha borî li Karataşê jî bûyereke bi vî rengî pêk hatibû.

Li herêma Xweser a Sincana Çînê 3 kesên ku kêr di destê wan de li bajarokê Pişan ê eyaleta Hotanê êrişî însanan kirin. Di êrişê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya malpera walîtiyê êrişkaran 10 kes kêr kirine û 5an ji wan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û yên mayîn jî têne dermankirin. Hersê êrişkar ji terefê hêzên ewlehî ve hatin kuştin.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de agahiyên berfireh nedan û tenê ragihand ku li herêmê jiyana rojane berdewam e û derbarê bûyerê de jî lêpirsînin didome. Meha borî wekî heman bûyerê li Karakaşê pêk hatibû û dîsa 3 êrişker ji terefê hêzên ewlehî ve hatibûn kuştin.

Bi heman mijarî:

Rûsya û Çînê ji ber ceribandina moşekan bertek da Koreya Bakur
Şi 'rica kir', Trump jî soz da ku wê yekrêziya Çînê biparêze
Pûtîn, di meha gulanê de diçe Çînê
Trump nameyeke spasiyê ji Serokê Çînê re şand
Li deryaya rojhilatê Çînê gengeşiya navbera Pekîn û Tokyo yê
Li Çînê di salona masajê de şewat derket: 18 kes mirin
Etîketan:
5 kuştî û 5 birîndar, Li Çînê êrişa bi kêrê, Uygur, Çîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de