15:11 21 Çile 2018
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê (PE)

    Parlamentoya Ewropayê bertek nîşanî Îsraîlê da

    © Flickr/ European Parliament
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamên Parlamentoyên Ewropayê ji bo hewldana parlamentoya Îsraîlê ya qanûnîkirina 4 hezar avahiyên niştecihî yên Şeriaya Rojava bertek nîşan da.

    Endamên parlamentoyê di lijneya giştî de mafê axaftinê wergirtin û ji bo ku Îsraîl ne li gorî armanca aştiyeke du dewletî dixebite daxwaza beyalkirina peymanan kirin.

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Avigdor Liberman li Şeriaya Rojava destûra avakirina 3 hezar avahiyên din dan.

    Parlamenteran di Lijneya Giştî ya PEyê de bi navê ‘Di serî de herêmên niştecihî û rewşa Şeriaya Rojava' rûniştinek li dar xistin. Endamên PEyê ragihandin ku ew ê biryara Îsraîlê ya li dijî peymanên navneteweyî qebûl nekin û li hemberî Îsraîlê banga mueyîdeyan kirin.

    ‘DIVÊ BI TEMAMÎ WERE RAWESTANDIN'

    Ian Borg li ser navê Komîsyona Ewropayê axivî û got: "Em wekî Yekîtiya Ewropayê ji bo çareseriya du dewletî hiqûqa navneteweyî tê îhlalkirin. Ev jî dide xuyakirin ku em ê çawa bixebitin û girîngiyê bidin kîjan xalan derdixîne holê."

    Endamên Parlamentoya Ewropayê daxwaz ji Îsraîlê kirin ku biryara bi hejmara 2234an a Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi cih bîne û bi temamî fealiyetên avakirina avahiyên rawestîne.

    Bi heman mijarî:

    Îstîxbarata Îsraîlê ji ber ewlehiyê nehişt taximê basketbolê here Tirkiyeyê
    Merkel serdana xwe ya Îsraîlê betal kir
    Hamasê bertek nîşanî biryara Îsraîlê ya 'qedexeya ezanê' da
    Parlamentoya Îsraîlê pêşnûmaya ‘qedexeya ezanê' erê kir
    Parlamena Îsraîlê yasaya cîwarbûnê pesend kir
    Etîketan:
    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Wezîrê Parastin ê Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê, Endamên Parlamentoya Ewropayê, Avigdor Liberman, Benjamin Netanyahu, Ian Borg, Îsraîl, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de