20:10 14 Kanûn 2017
Zindî
    Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer

    'Trump li bendê ye Rûsya Kirimê radestî Ukraynayê bike'

    © REUTERS/ KEVIN LAMARQUE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11

    Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer da xuyakirin, Serokê Amerîkayê Donald Trump li bendê ye ku Rûsya Kirimê paşve bide Ukraynayê.

    Spicer di civîna rojane de bal kişand ser daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Rûsyayê û wiha axivî: "Serok Trump bi awayekî eşkere derbiriye û xwestiye Rûsya rakêşiya bi hikûmeta Ukraynayê re kêm bike û li bendê ye Rûsya Kirimê radestî Ukraynayê bike."

    ​Spicer got, dê ti guhertinek derbarê toleyên ku ji bo Rûsyayê hatine spandin çênebe û diyar kir, Trump dixwaze bi Rûsyayê re têkiliyên baş deyne.

    Spicer ji bo Kirimê bal kişand ser gotinên Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li NYyê Nikki Haley ku li 2yê Sibatê gotibû, Kirim beşek ji Ukraynayê ye û heta Rûsya Kirimê radest neke dê toleyên ser Rûsyayê berdewam bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Ebadî dê li Almanyayê bicivin
    'Welatên Rojhilata Navîn eleqeyeke mezin ji çekên Rûsî re nîşan didin'
    Rûsya: Rapora bikaranîna çekên kîmyewî, îtibara HRWê serobinî hev dike
    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket: Leşkerek hat kuştin
    Rûsya 5 Tirkiyeyê jî 9 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    Îmamê DAIŞê ji bo pîrozkirina 'Roja Dildaran' gefa serjêkirinê xwar
    Etîketan:
    Kirim, Trump, Ukrayna, Rûsya, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de