08:48 25 Mijdar 2017
Zindî
    Aylan Kurdi

    Meta Alan Kurdî: Welatên Rojava ji bo rawestandina şerê Sûriyeyê tiştek nekir

    © AFP 2017/ ANDREAS ARNOLD
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1811

    Meta zarokê kurd Alan Kurdî yê ku dema dikira bi malbata xwe re ji Tirkiyeyê derbasî Yûnanîstanê bibûya, di encama binavbûna keştiyê de jiyana xwe ji dest da û termê wî derket perava bajarê Bodrumê yê Tirkiyeyê, ji bo RTyê axivî.

    Tîma Kurdî ya meta Alan Kurdî, ku li Kanadayê parêzer e got, "Welatên rojavayê ji bo rawestandina şerê li Sûriyeyê hîç tiştek nekir."

    Tîma Kurdî diyar kir ku welatê wê ji aliyê welatên biyanî ve hatiye dagirkirin û ji bo RTyê got, "Sûriye ji bo alîkariyê digirî û alîkariyê dixwaze lê tu kes nabihîze." Meta Alan Kurdî bal kişand ser ku heta termê biraziyê wê derneketibû peravê çapemeniyê têra xwe cih nedida şerê li Sûriyeyê û dest nîşan kir ku gelek siyasetmedarên welatên rojava piştî wî wêneyê biraziyê wê deriyê welatên xwe ji penaberan re vekirin. Kurdî got, "Wêne piştî çend mehan hat jbîrkirin û welatên rojava ji nava rojeva Sûriyeyê derketin û vegeriyan ser rojeva xwe ya rojane. Lê mirovên Sûriyeyî hêj êşê dikişînin."

    ‘POLÎTÎKAYA GUHERTINA REJÎMÊ YA WELATÊN ROJAVA REWŞ HÎN XERA KIR'

    Kurdî di dewama axaftina xwe derbirî ku welatên rojava him ji bo rawestandina şer tiştek nekirin û di heman demê de jî li Sûriyeyê polîtîkayeke guhertina rejîmê meşandin û rewş hîn xerab kirin. Kurdî got welatên rojava bi çekdayîna ji bo ‘mixalîfên nerme' dibe sedema êşkişandina gelê Sûriyeyê û got li Sûriyeyê aliyekî bi navê ‘mixalîfên nerme' tune ye, loma jî alîkariya kut ê kirin dikeve destê rêxistinên terorê yên wekî El Nusra û DAIŞê wan.

    Bi heman mijarî:

    Dîmênê Alan Kurdî, di nava 100 wêneyî de yek ji dîmênê herî bi bandor hat hilbijartin
    Peykerê Alan Kurdî şikandin
    Li Brezîlyayê skandala Alan Kurdî
    Di encama doza Alan Kurdî de 2 kes hatin girtin
    Stranbêjeke awistralî li ser Alan Kurdî stranek çêkir.
    Li bajarê Silêmaniyê peykerê Alan Kurdî hat çêkirin
    Şahbanûya Ûrdinê bergirî li Alan Kurdî kir
    Bavê Alan Kurdî: Karîkatora Charlie Hebdo ya ‘destdirêjiyê' ez giriyandim
    Etîketan:
    Alan Kurdî, Tîma Kurdî, Kanada, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de