15:07 25 Hezîran 2018
Donald Trump û Şinzo Abe

Abe: "Çareseriya pirsgirêkan bi diyaloga Trump û Pûtîn ve girêdayî ye"

© AFP 2018 / JIJI PRESS
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe ragihand ku ji bo çareseriya pirsgirêkên kûrewî divê Serokê Amerîkayê Donald Trump diyalogê bi Rûsyayê re deyne.

Serokwezîr Şinzo Abe ji bo çareseriya pirsgirêkên kûrewî yên wekî Sûriye, Îran û Ûkraynayê behsa girîngiya diyalog dayîna Amerîka bi Rûsyayê re kir.

‘TRUMP GUH DIDE ÎNSANAN'

Şinzo Abe di hevpeyvîna xwe ya kanala nûçeyan a NHKê de got: "Serok Trump bi awayekî ku mirov şaş bike kesekî guhdarvan e. Guh dide gotinên însanan, dost û mirovekî vekiriye. Min pêşeroja Japonyayê bi dilekî samîmî pê re nîqaş kir. Mijarên ku em nîqaş dikin ne ji têkiliyên dualî pêk tên."

‘BÊYÎ DIYALOGA RÛSYAYÊ PIRSGIRÊK ÇARESER NABIN'

Abe di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Mijarên mueyîdeyên ser Rûsyayê jî di nav de me mijarên cuda nirxandin. Me mijarên Sûriye, Îran û Ûkraynayê jî nîqaş kir. Ev mijar ne bi têkilî û diyaloga navbera Serok Trump û Serok Pûtîn be nayê çareserkirin."

Bi heman mijarî:

Trump û Abe ji bo golfê bilîzin navbir da siyasetê
Trump li Koşka Spî pêşwazîya Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe kir
Abe: "Ez bi biryar im bi Rûsyayê re peymana aştiyê îmze bikim"
Obama û Şinzo Abe li Pearl Harborê civiyan
Abe, ji bo peymana aştiyê plan dike ku here Rûsyayê
Etîketan:
Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokê Amerîkayê, Serokwezîrê Japonyayê, Valdimîr Pûtîn, Donald Trump, Şinzo Abe, Rûsya, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de