15:30 18 Kanûn 2017
Zindî
    Astana

    Kazakistan: "Ji bo tevlîbûna mûxalifan a civîna Astana-2an em li benda Tirkiyeyê ne"

    © Sputnik/ Ekaterina Chesnokova
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 32

    Wezîrê Derve yê Kazakistanê Kayrat Abdrahmanov ragihand ku ji bo tevlîbûna muxalifan a civîna tura deyemîn a Astanayê em li benda agahiyên Tirkiyeyê ne.

    Wezîrê Derve yê Kazakistanê Kayrat Abdrahmanov di axaftina xwe de got: "Heyetên hikûmeta Rûsya û Sûriyeyê gihîştin Astanayê. Heyetên Îran û Ûrdunê jî dê werin. Aliyê Tirkiyeyê jî hetanî demeke nêzîk wê ji bo naveroka heyete agahiyên zelal bide me. Niha em li benda Tirkiyeyê ne ku ji bo muxalifên çekdar ku tevlî civînê bibin me agahdar bike."

    Kayrat Abdrahmanov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di hevdîtinên tura duyemîn a Astanayê de yên ku agirbesta Sûriyeyê hlal bikin wê mueyîde li wer wan werin sepandin. Herwiha piştî hevdîtinan tê pêşbînîkirin ku hersê welatê garantor Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo şopandina wezîfeya hêza agirbestê peymanekê îmze bikin."

    Hevdîtinên tura duyemîn a Astanayê sibê destpê dibe û nayê zanîn wê rû bi rû an bi dîplomasiya navbeynkaran wê bidome.

    Di hevdîtina pêşî ya Astanayê de dihat plankirin ku alîgirên sûriyeyî rû bi rû civînan bikin lê ev pek nehat. Lê dîsa jî berpirsên hikûmeta Sûriyeyê û nûnerên muxalifên çekdar di binê banekî de hatibûn cem hev.

    Bi heman mijarî:

    Kazakistan: "Ji bo hevdîtinên Astanayê em amade ne"
    Kazakistan: "Tirkiye, ji bo endamtiya Şanghayê serlêdana fermî nekiriye"
    Kazakistanê kesên ji bo civîna Astanayê hatine vexwendin aşkere kir
    Li Kazakistanê avahî hilweşiya: 9 mirî
    Muxalîfên ku Kahire piştgiriya wan dike piştî Astana û Cenevreyê li Misrê dicivin
    Etîketan:
    Civînên tura duyemîn a Astanayê, Wezîrê Derve yê Kazakistanê, Kayrat Abdrahmanov, Astana, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de