19:58 23 Mijdar 2017
Zindî
    penaber - Behra Spî - xeniqîn - koçber

    Ji bo koçberên Behra Spî 'yekeya operasyonên hevpar' hat aktîfkirin

    © REUTERS/ YANNİS BEHRAKİS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1321

    Yekeya operasyonên hevpar a ku di çarçoveya peymana ‘têkoşîna li dijî koçberiya deryaseyî' de di navbera Libya û Îtalyayê de hatibû îmzekirin, ket meriyetê.

    Rêveberiya Ragihandin û Medyayê ya girêdayî Hikûmeta Rêkeftinê ya Neteweyî (UMH) bi daxuyaniyekê diyar kir ku piştî hevdîtinên li Trablusê ‘yekeya operasyonên hevpar' a ji bo ‘têkoşîna dijkoçberiyê' di navbera her du welatan de hatibû pêkanîn hatiye aktîfkirin.

    Hat ragihandin ku di peymanê de Midurê Rêveberiya Ewlehî ya Peravê Mîralaya Tarim Şenbur û hinek rayedarên hikûmetê nûnertiya Libyayê, Balyozê Îtalya yê li Trablusê Giuseppe Bruni û hinek rayedarên Serokwezîriya Îtalyayê jî nûnertiya Îtalyayê dikin.

    Serokwezîrê Libyayê Fayiz es-Serrac û Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentiloni di 3ê Sibatê de li Romayê li hev civiyabûn û di derbarê koçberiya deryaseyî û qaçaxçitiya mirovan de peyman îmze kiribûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Deryaya Egeyê 535 koçber hatin girtin
    Îsal di Behra Spî de ji 3 hezarî zêdetir koçber xeniqîne
    Îtalya: "Li Deryaya Reş me 4 hezar û 500 koçber rizgar kirin"
    Konseya Ewropayê: Ji ber qedexeyan 355 hezar kes koçber bûn
    Li Deryaya Egeyê karesat: 15 koçber xeniqîn
    Etîketan:
    koçber, yekeya operasyonên hevpar, Hikûmeta Rêkeftinê ya Neteweyî (UMH), Serokwezîrê Îtalyayê, Serokwezîrê Libyayê, Fayiz El-Seraj, Paolo Gentiloni, Tarim Şenbur, Tarblus, Libya, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de