23:48 13 Kanûn 2017
Zindî
    Norbert Lammert

    Serokê Parlamentoya Almanyayê: "Li Tirkiyeyê du hewldanên derbeyê çêbûn"

    © Flickr/ Stephan Röhl
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21

    Serokê Meclisa Fedral a Almanyayê Norbert Lammert ragihand ku hikûmeta Tirkiyeyê li hemberî Destûra bingehîn derbe pêk anî.

    Serokê Meclisa Fedral a Almanyayê Norbert Lammert roja yekşemê li Berlînê berî Konferansa Ewlehî ya Munihê di civînekê de rewşa kûrewî û siyasî nirxand. Lammert di civînê de Serokê Amerîkayê Donald Trump rexne kir û got: "Bi qasî Trump em ji kiryarên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî bi fikar in."

    PÊŞÎ HIKÛMET PAŞÎ DERBEYA DESTÛRA BINGEHÎN

    Lammert di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di demên dawî de li Tirkiyeyê du derbe pêk hatin. Pêşî li hemberî hikûmeteke ku bi rêyên demokratîk hatibû hilbijartin derbeyeke leşkerî çêbû û paşî hikûmeta hilbijartî li hemberî Destûra xwe ya Bingehîn derbeyek pêk anî. Wiha xuyaye ku ev jî gihîştiye armanca xwe. Erdogan bi reforma Destûra Bingehîn dixwaze hêza xwe zêde bike, lewma pergala serokatiyê dixe meriyetê."

    Serokê Parlamentoyê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bandora guherîna Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê wê tesîrê li civakên rojavayî bike. Lê wê demê em ê ne li vir bin. Guherîna Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê tê wateya rawestandina muzakereyên Yekîtiya Ewropayê."

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Peymana agirbestê ya li Sûriyeyê ‘Serkeftinek ku ji nîqaşan dûr ê'
    Almanya derbarê 'çalakiyên sîxurî' yên diyaneta tirk de lêpirsîn, da destpêkirin
    Almanya penaberan vedigerîne Yûnanistanê
    Almanya dema mayîna leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê dirêj dike
    Almanya bo xweparastina ji çekên kimyewî pêşmergeyan perwerde dike
    Etîketan:
    Guherîna Dest, Serokê Meclisa Fedral a Almanyayê, Recep Tayyip Erdogan, Norbert Lammert, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de