02:43 13 Kanûn 2017
Zindî
    fûze-moşek

    Berdevkê Pentagonê: "Ceribandina moşeka Koreya Bakur gihîşte menzîla herî dûr"

    © AFP 2017
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 40

    Berdevkê Pentagonê Jeff Davis di daxuyaniya xwe de ragihand ku ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur gihîştiye menzîla herî dûr.

    Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis di daxuyaniya xwe ya çapemenî de got: "Moşeka balîstîk a ku dawiya hefteyê rêvebiriya Pyongyangê ceriband gihîştiye menzîla herî dûr."

    Jeff Davis ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur wek tehdîdeke li ser ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê bi nav kir û got: "Lê moşeka balîstîk ne li herêmeke ku me an jî hevalbendê me tehdîd bike ketiye."

    Davis di berdewamiya axaftina xwe de got: "Moşeka balîstîk ku "KN-11 Nod" tê binavkirin, piştî ku 14 deqîqeyî firiya û 500 kîlometro mesafe derbas kir û li Deryaya Japonyayê kete ava navneteweyî. Ez nikarim bi ceribandinên din re yek bi yek bînim beramberî hev, lê li gorî tespîtên me ev ceribandin ya herî mesafedirêj bû."

    Berdevkê Pentagonê di dawiya axaftina xwe de ceribandina moşekê şermezar kir û got: "Li hemberî êrişa moşeka balîstîk a Koreya Bakur pergala me ya parastinê heye û em ê hemû tehdîdên li hemberî me û hevalbendên me tedwîran bigirin."

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Amerîkayê ji xeynî Hevpeymaniya Erebî ya nav HSDê çek nedane ti kesî
    Pentagon: "Di nava stratejiya nû de Tirkiye jî heye"
    Çima Pentagon bi hezaran êrîşên hewayî vedişêre?
    Pentagon: Em dixwazin Tirkiye El Babê bistîne
    Pentagon: Me piştrast kir ku berpirsê DAIŞê yê medya û aboriyê hat kuştin
    Etîketan:
    Rêvebiriya Koreya Bakur, Ceribandina moşeka balîstîk, Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon), Jeff Davis, Koreya Bakur, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de