01:53 19 Hezîran 2018
Muammer Qedafî

Mexdûrên êrîşên IRAyê pereyên Qedafî dixwazin

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 21

Mexdurên ji êrîşên Artêşa Rizgariya Îrlandayê (IRA) rizgar bûne, daxwazê ji hikûmeta Brîtanyayê dikin pereyên hilandî yên Serokê berê yê Libyayê Muammer Qedafî ku hatiye kuştin, wek tezmînat bidin wan.

Li gor nûçeya Evening Standartê mexdûrên êrîşên IRAyê daxwaz ji xezîneya Brîtanî kir, mal û milkê Qedafî yê nêzî 10 milyar sterlînan derxin holê û wek tezmînat bidin wan.

Hin parlamentarên Brîtanî jî piştgiriyê didin kampanyayê ku dixwazin pereyên Qedafî ji bo başkikina jiyana kesên ji êrîşan rizgar bûne û tenduristiya wan were xerckirin.

Li gor rojnameyê berdevkê xezîneya Brîtanî daye xuyakirin ku mal û milkê Qedafî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve heta çareseriyek li Libyayê pêk were hatiye cemidandin û piştî avakirina hikûmetekê li Libyayê jî dê bo wan were şandin.

Bi heman mijarî:

Trump bi serokwezîrê Kanadayê re civîya
Şandeya jenosîdnasînê ya Îtalî serdana Laleşê kir
Rênûmaya referandûma Tirkiyê hat weşandin
Asayîşa Qamişlo 2 rêveberên PDK-Sê berda
Li Stenbolê êrîşa bi molotofê
Qeyûm ji bo şaredariya Pîran a Amedê hat tayînkirin
Etîketan:
Brîtanya, IRA, Libya, Muammer Qedafî, Brîtanya, Libya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de