05:19 11 Kanûn 2017
Zindî
    Trump bi serokwezîrê Kanadayê re civîya

    Trump bi serokwezîrê Kanadayê re civîya

    © AP Photo/ Evan Vucci
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May û Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe pêşwazî li Serokwezîrê Kanadayê Justîn Tudeau kir.

    Di civîna hevpar a rojnamevanî ya piştî hevdîtinê de Trump ji bo hewildanên Kanadayê yên dijî DAIŞê spasî li Kanadayê kir û diyar kir, pêwîste li dijî terorîzmê bêhtir hevkariyê bikin û hevkariya bazirganî berfirehtir bikin.

    Serokwezîrê Kanadayê Trudeau jî got, ‘Ev roja ku serdana cîranê xwe yê başûr dikim, dê wek rojeke baş were bibîranîn' û da xuyakirin, digel ku ew di hemû mijaran de weke hev nafikirin jî bi saya pêwendiyên kûr û hurmetê, bi Amerîkayê re wek du welatên dost û hevalbend dimînin.

    Serokwezîrê Kanadayê Trudeau û Serokê Amerîkayê Trump
    © Foto: Twitter
    Serokwezîrê Kanadayê Trudeau û Serokê Amerîkayê Trump

    Hêjayî gotinê ye, dema Trump destê xwe dirêjî Tudeau kir dîmena rûyê serokwezîrê Kanadayê bala rojnamevanan kişand.

     

    Bi heman mijarî:

    Rênûmaya referandûma Tirkiyê hat weşandin
    Asayîşa Qamişlo 2 rêveberên PDK-Sê berda
    Li Stenbolê êrîşa bi molotofê
    Sûriye: Divê yên ku welatê me xera kirine pêşî lêborînê bixwazin
    KENYyê ji bo Koreya Bakur biryara civîna lezgîn wergirt
    Qeyûm ji bo şaredariya Pîran a Amedê hat tayînkirin
    Etîketan:
    Trump bi serokwezîrê Kanadayê re civîya, Amêrika, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de