23:50 20 Mijdar 2017
Zindî
    Hakim Elouassaki

    Dadgehê 28 sal cezayê girtîgehê da milîtanê belçîkî

    Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5021

    Hakim Elouassaki yê welatiyê Belçîkayê piştî ku li Sûriyeyê li gel komên cîhadîst şer kir û pê ve di sala 2013an de vegeriya welatê xwe. Elouassaki ê ku bi sûcê cînayetê dihate darizandin 28 sal cezayê girtîgehê girt.

    Tê gotin ku Hakim Elouassaki (24) endamê  rêxistina Sharia4Belgium (Şerîat bo Belçîka) ê ye û piştî ku di şer de birîndar bûye, ew vegeriyaye welatê xwe. Dema vegerê de derbarê wî de bi sûcdariya 'cinayetê' doz hatiye vekirin.

    QEYDIYA DENG JÎ HATE PEJIRANDIN

    Dadgeh qeydiyek deng ya ku Elouassaki tê de li sûcê xwe mikur tê weke delîl da pêş û 28 sal cezayê girtîgehê li wî birî.

    Berê jî lîderên rêxistina Sharia4Belgium yê ku bi armanca şandina ciwanên belçîkî ya bo nav DAIŞê hatiye avakirin, ceza kiribû. Lê bi vê biryara dawî Belçîka cara pêşî ceza da sûcekî ku bi armanca terorê hatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Belçîka li ber Federasyona Tirk bombe hat danîn
    Sînorên Belçîka û Hollanda diguhere
    Belçîka: Kurd ne terorîst in û bûyerên li Tirkiyeyê, şerekî çekdar e
    Belçîka: Bila têkiliyên rûs û tirkan bikeve roja NATO û YEyê
    Etîketan:
    sûcdarî, rêxistin, kuştin, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de