19:44 23 Mijdar 2017
Zindî
    Gurbangulu Berdimuhamedov

    Berdimuhamedov li Turkmenistanê cara 3yemîn wek serok hat hilbijartin

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1330

    Komîteya Hilbijartin a Navendî ya Turkmenistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Berdimuhamedov di hilbijartinê de ji sedî 97.69ê dengan wergirt û cara 3yemîn bû Serokê Turkmenistanê.

    Serokê Dewleta Turkmenistanê Gurbanguli Berdimuhamedov cara 3yemîn wek Serokê Dewletê hat hilbijartin. Li gorî doneyên Komîsyona Hilbijartin a Navendî di hilbijartinê de 3 milyon û 140 hezar û 865 kesan dengên xwe bi kar anîn.

    JI PÛTÎN PÎROZBAHÎ

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî encamên hilbijartinê eşkere bûn Berdimuhamedov pîroz kir.

    Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Pûtîn di pîrozbahiya xwe de got: "Encamên hilbijartinê otorîtebûna we ya siyasî, nasîna hêjayiya we, hêzbûna ekonomiyê û armanca we ya xizmetkirina gelê Turkmenistanê nîşan dide."

    Bi heman mijarî:

    Li Turkmenistanê kişandin û firotana cixareyê hat qedexekirin
    Turkmenistanê xaza siruştî ya Îranê birî
    Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokê Dewleta Turkmenistanê, Vladimîr Pûtîn, Gurbanguli Berdimuhamedov, Turkmenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de