03:56 21 Mijdar 2017
Zindî
    Alejandro Toledo

    Ji Peruyê bo Amerîkayê: "Serokê me yê berê dersînor bikin"

    © REUTERS/ Mariana Bazo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1920

    Serokê Dewleta Peruyê Pedro Pablo Kuczynski ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re û ragihand ku derheqê serokê berê yê Peruyê de ji ber gendeliyê biryara girtinê heye û wî dersînor bike.

    Serokê Dewleta Peruyê Pedro Pablo Kuczynski bi rêya telefonê bi Trump re û axivî û daxwaz jê kir ku derheqê serokê berê yê Peruyê Alejandro Toledo de ji ber gendeliyê biryara girtinê heye û wî dersînor bike. Nayê zanîn ku Trump bersibeke çawa daye Serokê Peruyê.

    Li gorî îdîayan Toledo li Peruyê nêzîkî 20 milyon dolar gendelî kir. Herwiha li gorî rayedarên peruyî toledo wek mêvanekî lêkolîner li Zanîngeha Stanford a San Franciscoyê dimîne. Lê li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî hevsera Toledo ji bo ku hemwelatiya Îsraîlê ye dawiya hefteyê reviyaye wî welatî.

    ÎSRAÎL QEBÛL NAKE

    Hikûmeta Îsraîlê di daxuyaniya xwe de ragihand ku roja yekşemê balafira ku ji San Francisco hat û li Telavîvê danîbû Toledo ne têde bû û heke têkeve Îsraîlê em ê wî asteng bikin.

    ‘EZ NE QAÇAX IM'

    Ji aliyê din ve Toledo li ser hisabê xwe yê medya civakî peyamek weşand û got: "Ez tucarî nereviyam e.' Lê di peyama xwe de behsa cihê xwe û vegera xwe ya Peruyê nekir.

    Bi heman mijarî:

    Putin û Duterte li Peruyê hatin ba hev
    Abe û Putin li Peruyê xweş û bêş bûn
    Dibe Lavrov û Kerry li Peruyê hevdîtinê bikin
    Kremlîn: "Dibe Pûtîn û Obama li Peruyê hevdîtinekê pêk bînin"
    Li Peruyê qezaya otobusê: 16 mirî û 32 birîndar
    Etîketan:
    Zanîngeha Stanford a San Franciscoyê, Serokê Dewleta Peruyê, Donad Trump, Alejandro Toledo, Pedro Pablo Kuczynski, Amerîka, Peru
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de