19:33 23 Mijdar 2017
Zindî
    Bendava

    Li Kaliforniyayê bi hezaran kes ji ber metirsiyê hatin tahliyekirin

    © REUTERS/ MAX WHITTAKER
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3612

    Li eyaleta Kaliforniya ya Amerîkayê ji ber barana zêde asta avê ya bendava golê zêde bû û ji bo ku av metirsiyê li ser şêniyan neke bi hezaran kes ji herêmê hatin tahliyekirin.

    Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, di rojên dawî de ji ber barana zêde asta gola bendava Oroville ya Kaliforniyayê zêde bû. Rêvebirên ku xwestin ava zêde di sulavê de tahliye bikin qulek ferq kirin.

    Berpirsan bi sedema ku her diçû qul mezindibû û dibe rîska lehiyê li ser şeniyên herêmê bike 16 hezar şêniyên bajarokê Orovilleyê û derdorê wê tahliye kirin. Piştî biryara tahliyeyê bi hezaran kes bi wesayîtên xwe ketin tevgerê.

    Li gorî rayedarên fermî rewşa giştî ya bendavê baş û bê pirsgirêk e, lê dîsa jî ji ber ihtîmalên nedîtî wan biryara tahliyeyê daye û niha ji bo çareseriya pirsgirêkê dixebitin. Li gorî texmînên rojnameya Los Angeles Timesê ji bo derbasbûna arîzeya bendavê wê derdora 100-200 milyon dolar mesref lê here.

    Bendava Orovilleya Kaliforniyayê di sala 1968an de hate çêkirin û niha avê dide herêmên çandinî û şêniyên herêmê.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Tirkiye ne parçeyekî operasyona Reqqayê ye
    Amerîka: Li Rojhilata Navîn welatê herî zêde piştgiriyê dide terorê Îran e
    Hewramî: Amerîka Kurdistanê wek dewletê dibîne
    Amerîka: "Di êrişa li dijî kampa El Qaîdeyê de zêdetirî 100 milîtanî hatin kuştin"
    Amerîka bi milyar dolaran çekan difiroşe Kuweyt û Siûdî
    Etîketan:
    Bi hezaran kes hatin tahliyekirin, Bendava Oroville ya Kaliforniyayê, Kaliforniya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de