04:56 23 Mijdar 2017
Zindî
    Swîsra

    Welatê Swîsreyê ‘nermbûna rêzikên hemwelatîtiyê' erê kir

    Denis Balibouse
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2622

    Hilbijerên Swîsreyê di referanduma ku îro hat lidarxistin de ‘nermbûna rêzikên bo hemwelatîtiyê' erê kirin. Pêşnûmaya bi navê ‘biyaniyên jenerasyona seyemîn' gelek welatiyên biyanî yên li wî welatî eleqeder dike.

    Li gorî nûçeya BBC Tirkî yê pêşnûmaya ku bi sedî 64.4ê ve hat erêkirin, derfeta pêvajoya hemwelatîtiyek hêsan bo penaberên jenerasyona 3mîn dide. Ji dayîkbûna li Swîsreyê berevajî gelek welatên din nayê wateya hemwelatîtiyê.

    Bo hemwelatîtiya kesên biyanî ên li welêt dijîn, 12 sal li wî welatî divê jiyan bikin. Ji aliyê din ve hevdîtinên gelek zehmet bo hemwelatîtiyê hene.

    Ji encamê referandûmê di merheleya ewil de 25 hezar kes jê sûdwerdigirin, di pêvajoyek dirêj de jî rêya hemwelatîtiyê dê li beriya gelek kesan veke.

    Bi heman mijarî:

    Tipa Edlî ya Swîsre rapora xwe ya Cizîrê eşkere kir
    Swîsre: Ger dewlet û Kurd bixwazin, em dikarin navbeynkariyê bikin
    Swîsre û Avusturya ji Olîmpiyatên Zivistanê yên Tirkiyeyê vekişiyan
    Swîsre: Bandora Rûsya û Amerîkayê ya li ser herêmê dewam dike
    Swîsre wê ‘cîhadîstan' ji welatiyê derxîne
    Swîsre serlêdana xwe ya bo endamtiya YEyê vekşand
    Etîketan:
    jenerasyon, hemwelatî, pêşnûma, referandûm, BBC Tirkî, Swîsre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de