14:02 18 Hezîran 2018
Xwepêşandan ji bo Abdullah Ocalan

Li Ewropayê bo Ocalan xwepêşandan hat lidarxistin

© REUTERS / Fabian Bimmer
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li dijî girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li çend bajarên Ewropayê xwepêşandan li dar xistin û dê xwepêşandan seranserê vê hefteyê jî berdewam bikin.

PKK - Abdullah Ocalan
© AFP 2018 / Mursel Coban, Depo Photos, File
Di 18emîn salvegera girtina Rêveberê PKKê Abdullah Oacalan de bi hezaran alîgirên PKKê li Îtalya, Fransa û Yûnanîstanê çalakiyên protestoyî lidarxistin.

Di xwepêşandanan de alayên PKKê û wêneyên Ocalan hatine bilindkirin. Li qada Porta Venezîa ya li bajarê Mîlano ya Îtalyayê alîgirên PKKê bi dirûşmên "Bijî Ocalan û bijî Kurdistan" meşiyan. 18 sal beriya niha Ocalan ji Yûnanîstanê berê xwe dabû Îtalyayê lê ji ber guvaşên Tirkiyeyê neçar mabû ji vî welatî derbikeve.

Hevdem li bajarê Strasbûrga Fransayê jî nêzîkî 15 hezar kes, beşdarî xwepêşandana şermezarkirina girtina Ocalan bûn. Gelek kes jî bi armanca beşdarbûna vê çalakiyê ji bajarên din ên Ewrûpayê hatin Strasbûrgê.

Herwiha li Atîna yê paytexta Yûnanîstanê jî li pêşiya balyozxaneya Tirkiyeyê û parlamentoya vî welatî xwepêşandan hate lidarxistin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Rêberê PKKê Ocalan di sala 1998ê de ji Sûriyeyê derket û çû Rûsyayê. Ocalan ji wir derbasî Îtalya û paşî jî derbasî Yûnanîstanê bû. Lê welatên Ewropayê ji ber guvaşa Tirkiyeyê û berjwendiyên xwe yên ligel Enqerê destûra mayînê nedane wî. Ocalan di 15ê Sibata 1999ê li balyozxaneya Yûnanîstanê ya li paytexta Kenyayê Nayrobiyê hate girtin û şandine girtîgeha Îmraliyê ya li Tirkiyeyê.

Bi heman mijarî:

Berdevkê Koalîsyonê: Ti ferqa PKK ya Şingalê û DAIŞa Mûsilê nîne
Saziyên civakî yên Herêma Kurdistanê: PKK Û PYD hêzên Kurdistanê ne
Amerîka: PKK ji bo herêmê û Tirkiyê xeterbûna xwe didomîne
Qaymeqamê Şengalê: PKK wê di nêz de ji Şengalê derkeve
Çavuşoglu: PKK li Şingalê be jî, em ê lê xin
Pencwînî: PKK û PDK li ser mijara Şengalê gihiştine tifaqekê
Etîketan:
girtin, PKK, xwepêşandan, Abdullah Ocalan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de