08:28 22 Mijdar 2017
Zindî
    Donald Trump - Şinzo Abe / Golf

    Trump û Abe ji bo golfê bilîzin navbir da siyasetê

    © REUTERS/ Kyodo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1412

    Qesra Spî îro yekşemê ragihand ku Serokê DYAyê Donald Trump û Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe bi lîstina golfê li Florîdayê "rojeke xweş û berhemdar" buhirand.

    Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe piştî paytextê DYAyê Washingtonê ji bo berdewamkirina temasan çû "Flordiayê. Serokê DYAyê Donald Trump bi kumekî spî ku li ser wê nivîsiye "em dîsa Amerîkayê bêhempa bikin" pêşwaziya Abe kir.

    Hevserên Trump û Abe jî bi wan re bûn û herdûyan 4 saetan golf lîst lê destûr nedan ku wêne bên girtin. Dûre li ser hesabê Serokê DYAyê Donald Trump ê Twitterê wêne hatin parvekirin.

    ​Qesra Spî bi daxuyaniyekê wiha ragihand: Serokê DYAyê Donald Trump îro li yarîgeha golfê pêşwaziya  Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe kir ku herdûyan rojeke xweş û berhemdar buhirand û derbarê gelek mijaran de axivîn."

    Melania Trump û Akie Abe
    © REUTERS/ Joe Skipper
    Melania Trump û Akie Abe

     

     

    Bi heman mijarî:

    Xwepêşandanên li dijî Trump berdewam in
    Sergey Lavrov: Pê bawerim ku dê Trump ji bo Sûriye bi hevkarê me be
    Ji Trump bo Rûhanî: "Bila haya wî jê hebe"
    Trump li Koşka Spî pêşwazîya Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe kir
    Lavrov: Em ji daxwaziya rêveberiya Trump a başkirina têkiliyan kêfxweş in
    Trump: ‘Ez bo veguhastina Balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê cidî difikirim'
    Etîketan:
    Şinzo Abe, Donald Trump, Japonya, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de