03:15 25 Mijdar 2017
Zindî
    Astana

    Kazakistanê kesên ji bo civîna Astanayê hatine vexwendin aşkere kir

    © Sputnik/ Mikhail Voskresensky
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11940

    Wezareta Karê Derve ya Kazakistanê daxuyaniyek belav kir û kesên wê di 15 û 16ê Sibatê de beşdarî civîna Astanayê bibin aşkere kir. Li gorî vê daxuyaniyê wê şandeya Şamê, muxalifên çekdar ên li Sûriyeyê, Nûnerê Taybet ê NYyê li Sûriyê Steffan de Mistûra û nûnerên DYA û Urdinê hatine vexwinden.

    Wezareta Karê Derve ya Kazakistanê, derbarê civîna ku wê di 15 û 16ê Sibatê li paytexta Kazakistan Astanayê de bi meseta çareseriya krîza Sûriyê çêbibe de daxuyaniyek belav kir.

    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bo hevdîtinê Mîrîtiya Haşimî ya Urdinî, Komara Ereb a Sûriyê, nûnerên muxalif ên çekdar ên sûrî, Nûnerê taybet ê NYyê li Sûriyê Steffan de Mistûra û nûner û çavdêrên DYAyê hatine vexwendin."

    Hate diyarkirin ku wê di hevdîtinan de kontrola agirbesta li Sûriyeyê, ligel pêkanîna aramiya li hin deveran, qebûlkirina hêza çalakiyê ya hevbeş û gavên xurtkirina agirbestê bên gotûbêjkirin.

    Bi heman mijarî:

    Şanda Rûsî ji bo hevdîtinên Sûriyeyê çû Astanayê
    Pisporên Rûsya, Tirkiye, Îran û NYyê li Astanayê dicivin
    ‘KENY li ser pêşnûmeya Astanayê ku Rûsyayê amade kir dixebite'
    Rûsya: Hevdîtinên Astanayê bo Cenevreyê şertên erenî derxist holê
    Pûtîn û Nazarbayev encamên Astanayê nirxandin
    Etîketan:
    Hevdîtinên Astanayê, NY, Wezareta Karê Derve ya Kazakistanê, Steffan De Mistura, DYA, Urdin, sûriye, Rûsya, Kazakistan, Astana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de