19:55 23 Mijdar 2017
Zindî
    Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê

    Serokê AKPMê banga diyaloga bi Rûsyayê re kir

    © AP Photo/ Christian Lutz
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1732

    Serokê Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê (AKPM) û endamê senatoya Spanyayê Pedro Agramunt banga diyaloga bi Rûsyayê re kir.

    Serokê AKPMê û endamê senatoya Spanyayê Pedro Agramunt ragihand ku bila dewletên Ewropa bi Rûsyayê re hem di asta serokan û hem jî bi rêya parlamentoyan têkiliyên xwe bi pêş bixin.

    Pedro Agramunt di derbarê mijarê de got: "Divê em diyaloga xwe bi Rûsyayê re bi pêş bixin, bi taybetî jî di mijara Ûkraynayê de divê em li çareseriyan bigerin. Ev hem mijareke di asta serokan û hem jî mijara parlamentoyan e. Di sedsala 21ê de formuleke din a çareseriyê tuneye."

    Agramunt di berdewamiya axaftina xwe de got: "Têkiliyên dualî yên Spanya û Rûsyayê pir baş in. Di asta saziyên herêmî yên Rûsya û Ewropayê de hinek pirsgirêk hene, lê dema em di mijara têkiliyên dualî de temaşe dikin pêwendiyên Rûsya û Spanyayê pir baş in. Rûs û spanyolî her dem hev baş fêhmkirin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Terorîst li Tirkiye, Ewropa û Amerîkayê ji karê milkfirotinê pere qezenc dikin
    Rûsya: Ewropa û Tirkiya qadên xwe yên hewayî bigirin jî balafirên Rûsyayê dikarin bifirin
    Pisporê Almanî: Dê Rûsya li hember toleyên Ewropayê bi Tirkiye û Îranê re li hev bike
    DAIŞ, li Rûsya û Ewropayê plana êrişên terorî dike
    Rûsya: Efyona Afganîstanê li Tirkiyeyê tê amadekirin û li Ewropayê tê firotin
    Etîketan:
    Banga diyaloga bi Rûsyayê re, endamê senatoya Spanyayê, Serokê Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê (AKPM), Pedro Agramunt, Rûsya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de