21:25 24 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    Amerîka: "Emîrê DAIŞê yê bi navê Reşîd Qasim hat kuştin"

    © AFP 2017/ File
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3732

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) balafirên şer ên koalîsyonê bênavber li Mûsilê DAIŞê bombebaran dikin.

    Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama êrişa balafirên şer de li Mûsilê emîrekî biyanî yê rêxistina terorîst a DAIŞê hat kuştin.

    Pentagon di daxuyaniya xwe de got: "Di van sê rojên borî de balafirên şer yên bêpîlot êrişên berfireh birin ser çeper û avahiyên rêxistina terorîst a DAIŞê li Mûsilê. Di encama van êrişan de gelek milîtanên DAIŞê hatin kuştin û di nav wan de emîrekî biyanî bi navê Reşîd Qasim jî heye."

    Li gor agahiyên Pentagonê, Reşîd Qasim erebekî cezayîrî ye ku li Fransa mezin bibû. Xwediyê nasnameya fransî ye û destê wî di terorkirina fermandeyekî mezin yê polîsê Fransa ya Tîrmeha sala 2016 de hebûye.

    Ew emîrê DAIŞê bi rêya peyam û nameyên telefonê xortên ewropî tevlî DAIŞê dikir. Reşîd Qasim sala 2015 çûbû Sûriyê û tevlî DAIŞê bibû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê derbeyên giran li DAIŞê dixe
    DAIŞê li Herêma Kurdistanê 385 penaber revand
    Êrişa DAIŞê hat şikandin: 8 xwekuj hatin kuştin
    Fermandarê ASAyê: Me ji sedî 30ê El Babê ji DAIŞê girt
    'HSDê balafireke keşfê ya DAIŞê xist'
    Etîketan:
    Emîrê DAIŞê bi ye bi navê Reşîd Qasim hat kuştin, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon), Reşîd Qasim, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de