14:14 24 Mijdar 2017
Zindî
    The Pentagon building in Washington, DC

    Pentagon: Amerîkayê ji xeynî Hevpeymaniya Erebî ya nav HSDê çek nedane ti kesî

    © AFP 2017/ STAFF
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3132

    Wezareta Berevaniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku wan ji xeynî Hevpeymaniya Erebî ya Sûriyê çek nedan ti hêzeke din.

    Berdevkê Pentagonê Adrian Rankin-Galloway da xuyakirin, piştî biryara serokê berê Barack Obama ya rakirina astengiya li ber şandina çekan, wan moşekên parastina hewayî yên milan neşandine Sûriyê.

    Rankin-Galloway ji Spûtnîkê re got, ‘Pentagon çekan tenê ji Hevpeymaniya Erebî ya di nav Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re dişîne. Pentagonê ji ti hêzeke din a Sûriyê re moşekên parastina hewayî yên Amerîkî neşandine.'

    Barack Obama li 8ê Berfanbara 2016an bi biryara seroktiyê, astengiyên li ber şandina çekan ji hevalbendên Sûriyê yên bi DAIŞê re şer dikin re rakiribûn.

    Bi heman mijarî:

    'Em xwe tevî karê DYAyê nakin, bila ew jî xwe tevî karê YEyê nekin'
    'Meha Rêbendanê li Helebê 2 hezar terorîst hatin kuştin'
    Misilmanên Moskowê 6 milyon ruble alîkarî digihînin penaberên Sûrî
    Alîgirên tîmeke futbolê êrîşî otobusa Beşîktaşê kir
    Li 81 bajarên Tirkiyê operasyona ewlekariyê dest pê kir
    'Delîlên rastîn ên êrîşa sîber li ser Wezareta Îtalyayê nînin'
    Etîketan:
    Pentagon: Amerîkayê ji xeynî Hevpeymaniya Erebî ya nav HSDê çek nedane ti kesî, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de