18:05 23 Mijdar 2017
Zindî
    Biryarên trump ên qedexekirina vîzeyê û qedexekirina welatiyan

    Serdozgerê Washîngtonê: "Divê Trump biryarnameyê paşve bikşîne"

    © REUTERS/ Steve Dipaola
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1810

    Serdozgerê eyaleta Washîngtonê Robert Ferguson bangî Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku biryarnameya astengiyê ya qedexeya vîzeyan paşve bikşîne.

    Piştî ku Dadgeha temyîzê biryara qedexekirina vîzeyan red kir serdozger Robert Ferguson civîneke çapamenî li dar xist û got: "Serokê Dewletê jî di nav de tu kes nikare xwe ji heq û hiqûqê mezin û bilindtir bibîne."

    Robert Ferguson di berdewamiya axaftina xwe de got: " Dibê serok Trump vê biryarnameya ku bi awayekî lezgîn hatiye nivîsandin û li seranserê welat bûye sedema kaosê kêlik berî kêlîkekê paşve bikşîne. Heke vê banga min qebûl neke ez ê wî li hemberî Destûra Bingehîn berpirsyar bibînim."

    Dadgeha Temyîz di biryara xwe de ragihand ku rêvebiriya Amerîkayê ji bo hemwelatiyên welatên ku navê wan derbas dibe ji bo ku nekevin nava Amerîkayê çi delîleke berbiçav pêşkêşî dadgehê nekiriye.

    Herwiha Trump jî piştî biryara dadgehê ya neyînî di hisabê xwe yê Twitterê de got: "Em ê li dadgehê hev bibînin. Ewlehiya neteweyî di xetereyê de ye." û nîşana çûna Dadgeha Bilind da.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: "Amadehiyên hevdîtina Pûtîn û Trump nehatine destpêkirin"
    Berdevkê Qesra Spî: Nabe ku ez naveroka hevdîtina Trump û Erdogan eşkere bikim
    Ji Trump bo Erdogan: "Serokê CIAyê dişînim bi berfirehî biaxivin"
    Trump nameyeke spasiyê ji Serokê Çînê re şand
    Trump: Xwendekarê lîseyê ji dadweran çêtir rastîya qanûnan fahm dike
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Serdozgerê Washîngtonê, Robert Ferguson, Donald Trump, Washîngtonê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de