17:33 23 Gulan 2017
Zindî
    Antonio Guterres

    Bernama Sekreterê NY Guterres eşkere

    © AFP 2017/ KENA BETANCUR
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1920

    Hat ragihandin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres îro piştî serdana Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn wê serdana çend welatên din jî bike.

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, piştî Tirkiyeyê wê serdana Erebîstana Siûdî, Îmarata Erebî, Umman, Qetar û Misrê bike û dê li wir jî hevdîtinan pêk bîne.

    Berdevkê Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku Antonîo Guterres ji bo xebata du rojan wê derbasî Tirkiyeyê bibe, hem bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan û hem jî dê bi Serokwezîr Binali Yildirim re hevdîtinên cuda pêk bîne.

    Berdevkê sekreter di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî Tirkiyeyê sekna duyemîn a sekreter Erebîstana Siûdî ye û li wir dê bi Qral Selman bîn Abdulazîz, wekîlê qral û dê bi cîgirê wî re hevdîtinan bike."

    Li gorî daxuyaniya berdevkê Sekreteriya NY, Guterres wê li Îmarata Erebî li Dubaiyê tevlî Zîrweya Rêvebiriya Cihanê ya 2017an bibe. Ji Dubaiyê wê derbasî Umman, Qetar û Misrê bibe û li wir dê bi berpirsên dewlet û hikûmetê re li ser mijarên herêmî û kûrewî dê hevdîtinan pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Serokê nû yê NYyê Guterres: Em dixwazin bi Barzanî re di nava hevkariyê de bin
    Serokomarê Tirk Erdogan û Sekreterê Giştî yê NY Guterres hevdîtin pêkanî
    Mustefa: "Serokê Neteweyên Yekbûyî Guterres dostê kurdan e"
    Guterres: Bo aştiya Sûriyeyê dema hewldana çareseriyê hat
    Etîketan:
    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonîo Guterres, Qral Selman bîn Abdulazîz, Recep Tayyip Erdogan, Îmarata Erebî, Erebîstana Siûdî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de