07:36 21 Mijdar 2017
Zindî
    Donald Trump - James Mattis - Mike Pence

    Dadgeha Amerîkayê 'Rawestandina qedexeya vîzeyê' erê kir

    © AFP 2017/ MANDEL NGAN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2010

    Dadgeha temyîzê ya Amerîkayê cemidandina biryara qedexeya vîzeyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump pesend kir. Li gor vê biyara dadgehê biryara qedexeya vîzeyê li ser 7 welatên misilman betal bû.

    Serlêdana rêveberiya Washingtonê ku ji dadgeha San Francisco xwestibû 'Biryara rawestandina qedexeya vîzeyê' ya li ser 7 welatên misilman hat red kirin.

    Dadgeha Amerîkî li ser biryara xwe ya 'rawestandina qedexeyê' ma û diyar kir ku hikûmeta Amerîkî ti delîl ji bo bibin sedema qedexeyê pêşkeşî wan nekiriye.

    Dadgehê hefteya borî biryara Trump a qedexeya vîzeyê bi awayekî demkî cemidandibû.

    Biryara dadgeha temyîzê tê wateya ku dê doz biçe Dadgeha Bilind û tê çaverêkirin Dadgeha Makeqanûnê di nav 1-2 mehan de li ser biryarê bicive.

    ​TRUMP: EM Ê LI DADGEHÊ HEV BIBÎNIN

    Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî biryara dadgehê li ser twitterê bertek ji biryarê re nîşan da û got, 'Em ê li dadgehê hev bibînin. Ewlehiya welatê me di xetereyê de ye.'

    Bi heman mijarî:

    Generalê Rûsî: Moskow û Enqere car din xetayeke wiha nakin
    Li Belçîkayê 11 gumanbarên terorê hatin berdan
    Wezîrê Tirk bo bûyera Babê: Xetayên wisa çêdibin
    Stenbol: Otobus lê qelibî, bêvila balafirê xwar bû!
    Rûsya: Ti kes nikare navbera me û Tirkiyê xera bike
    Etîketan:
    Biryara Dadgehê ya rawestandinê, Qedexeya Vîzeyê, Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de