19:40 23 Mijdar 2017
Zindî
    Bruksel - Balafirgeha Zaventem Polîsên Belçîkayê

    Li Belçîkayê 11 gumanbarên terorê hatin berdan

    © AFP 2017/ DIRK WAEM / BELGA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1220

    Li Belçîkayê 11 kesên gumanbarên terorê ku ji aliyê polîsên Belçîkî ve hatibûn desteserkirin piştî derbirîna wan hatin berdan.

    Roja sêşemê li Bruksela paytexta Belçîkayê hêzên ewlekariyê li 9 malan operasyona terorê pêk anîn û di encamê de 11 kes bi tohmeta terora cîhadîst hatin desteser kirin.

    Tohmetbarên ku hatibûn desteserkirin piştî îfadeya wan a li dozgeriyê ji aliyê dozgerê federal ve hatin berdan.

    Operasyona terorê li ser îstixbarata şervanên ji Sûriyê vegeriyane Belçîkayê dest pê kiribû û hatibû diyarkirin ku di encama lêgerînan de li ser wan tohmetbaran ti çek û teqemenî nehatiye dîtin.

    Herwiha hat ragihandin ku ti pêwendiya binçavkirina wan kesan bi êrîşên terorê yên Bruksel û Parîsê re nebûye.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ti kes nikare navbera me û Tirkiyê xera bike
    Bucak ji Spûtnîkê re: Nûçeyên kongreya PDK Bakur dûrî rastiyê ne
    Dîrektorê CIAyê bi misteşarê îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan re civîya
    Serokwezîrê Tirkiyê û Cîgirê Serokê Amerîkayê axivîn: Rojeke nû
    Yuriy Şviytkin: Erdogan dizane ku Rûsya hevalbendeke kilît e
    Etîketan:
    Bruksel, terorîst, Sûriye, Belçîka, Belçika
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de