08:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Serj Sarkisyan - Vladimir Putin

    'Peymana baregeha leşkerî, di navbera Êrîvan û Moskowê de ye'

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1310

    Wezîrê Derve yê Azerbeycanê Elmar Memmedyarov derbarê baregeha leşkerî ya Rûsyayê li bajarê Gumruyê yê Ermenistanê de axivî û wiha got: Divê em çavvekirî bin."

    Memmedyarov derbarê baregeha leşkerî ya rûsî li Ermenistanê û kêşeya Karabaxê ji RIA Novostiyê re axivî.

    BAREGEHA LEŞKERÎ, MIJAREKE DI NAVBERA ERMENISTAN Û RÛSYAYÊ DE YE

    Wezîrê azerî diyar kir ku rêkeftina baregeha leşkerî mijareke di navbera Moskow û Êrîvanê de ye û wiha dewam kir: "Helbet ev mijar girêdayî têkiliyên navbera Ermenistan û Rûsyayê ye. Lê tê fêmkirin ku her welatek li gorî tehdîd û dijwariyên tên pêşberî wî, bertekan dide. Divê ev faktor jî hertim neyê jibîrkirin."

    DIVÊ EM ÇAVVEKIRÎ BIN

    Dîplomatê azerî bi bîr anî ku baregeha leşkerî ya li bajarê Gumruyê ji serdema Sovyetê de maye û wiha got: "Baregeha navborî ji demeke dirêj de li wê derê bû. Ji dema sovyetan ve li wir bû. Li ser sînorê dewleta NATOyê, Tirkiyeyê, gelek yekîneyên xurt hene. Di nerîna min de, divê Rûsya û Ermenistan biryara vî tiştî bidin. Ji aliyê din ve, divê em bi baldarî van tehdîd û rakişandinan bişopînin û çavvekirî bin."

    Baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya 102yem wek xelekek pergala parastina hewayî ya KDS(Komeleya Dewletên Serbixwe) yên hevgirtî li bakurê Ermensitanê hatibû damezirandin. Rûsya û Ermenistana sala 2010an peymanek îmze kiribû daku bikaranîna wê baregehê heta sala 2044an dirêj bikin.

    Bi heman mijarî:

    Ermenistan: Azerbeycanê leşkerekî me kuşt
    Ermenistan: ‘Heke şer derkeve em ê serxwebûna Qerebaxê binasin'
    Ermenistan û Azarbeycan şer dikin - 12 kuşti - Putîn banga agirbestê kir!
    Erdogan acêze ku Pûtîn li Ermenistan di rêûrsmê bibîranînê de beşdarbû
    Nivîskarê kurd Elîxanê Memê li Ermenistanê çû ber dilovaniya xwe
    Rûsya û Ermenistanê Peymana Hêza Hevpar îmze kir
    Azerbeycanê balafira Ermenistanê xist
    Serokê Ermenistanê Serj Sarkîsyan bersiva pirsên Spûtnîkê dan
    Etîketan:
    baregeha leşkerî, Elmar Memmedyarov, Azerbeycan, Ermenistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de