12:09 26 Îlon 2017
Zindî
    Alên Almanya, Rûsya û YE

    Parlamenterê Almanyayê: Şerekî nû bi Rûsyayê re ji me re ne pêwîste

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2340

    Beriya çend rojan ajansên çapemeniyê ragihandin ku ajansên qelewizî yên Almanyayê karîbûn zanyariyan wergirin ku Rûsya agahiyên şaş dijî Almanyayê belav dike. Endamê parlamentoyê Almanyayê yê ji partiya Çepgir Diether Dehm got ku ev mijar pir hatiye mezinkirin û ti bingeh jêre tune.

    Diether Dehm di hevpeyvîna bi ajansa Sputnikê re ragihand ku "Ez dixwazim bêjim ku ez yekcar ji ajansên qelewizî yên Almanyayê bawer nakim. Ez dixwazim nerîna xwe ne li ser encamên ku ajansên qelewizî yên almanî wergirtine ava bikim. Nerîna min ji destpêkê ve ew e ku ev hemû tişt ne ji Rûsyayê derdikeve. Lê di heman demê de, ez nizanim bê karekî wilo ji ku tê".

    'MIJAR PIR HATIYE MEZINKIRIN'

    Diether Dehm got ku ev mijar pir hatiye mezinkirin, li gorî zanyariyên wî wek endamên parlamentoya Almanyayê, ti bingeh ji agahiyên wilo re tune. Wek Diether Dehm dibêje, ew ne ji niha ve dizane ku zehmete Rûsya karekî wisa bike.

    'NAXWAZIN KU AMBARGOYA DIJÎ MOSKOWÊ BERDEWAM BIBE'

    Ji bilî wê, siyasetmeder derbarê siyaseta ambargoya dijî Moskow jî axivî. Li gorî nerîna Diether Dehm di vê pirsê de nakokiyên mezin çêbûne: "Ez wisa hizir dikim ku siyaseta Almanyayê di vê pirsê de li ser gelek nakokiyan hatiye avakirin. Piraniya kompaniyên mezin û orte li ser bingeha berjewendiyên xwe dixwazin rewş baştir bibe û naxwazin ku ambargoya dijî Moskowê bêtir berdewam bibe."

    Tev wisa jî, wek Diether Dehm dibêje, hinek alî li Almanyayê hene ku dixwazin ziyanê li serpereştiya Rûsyayê bikin jibo ew bikêmanî ew siyaseta xwe biguhere.

    'NAKOKÎ DI QESRA SPÎ DE JÎ HENE'

    Herweha, Diether Dehm got ku nakokî di Qesra spî de jî hene. Loma giringe ku hêzên cîhanê derbarê dijminatiya kevn ya almanî dijî Rûsyayê jî zanibin. Heta niha jî di filoklorê almanî de çirokên derbarê ku Rûsya dijmine peyda dibin.

    Jiber vê yekê hêzên cîhanê divê eşkere ragihînin: "Em şerekî nû bi Rûsyayê re naxwazin û pêwîste NATO jî bê astangkirin da ku ew li wir nema siyaseta xwe ya dijminatî pêkbîne."

    Bi heman mijarî:

    Îstixbarata Almanyayê di derbarê îdiayên Rûsyayê de tu delîlên şênber nedîtin
    ‘Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Gabriel dixwaze têkiliyên bi Rûsyayê re bipêş bixe'
    Çapameniya Almanyayê serdana Erdoganî ya Rûsyayê nirxandin
    Rûsyayê bangî Almanyayê kir: "We em şaş kirin"
    Serokwezîrê berê yê Almanyayê: Şandina leşkeran ji bo sînorê Rûsyayê çewtiyeke mezine
    Etîketan:
    NATO, Sputnik, Qesra Spî, Diether Dehm, Moskow, Rûsya, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de