14:05 26 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Kanadayê cûreyên çekên ji bo Pêşmergeyan dişîne eşkere kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3450

    Wezareta Parastinê ya Kanadayê daxuyand ku ew moşek û qenasên menzîldirêj ên dijî tankan ji bo Hêzên Pêşmerge dişînin.

    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Kanadayê Daniel Le Bouthillier duh roja çarşemê daxuyaniyek da û got, "Kanada moşekên 60 milîmitroyan û çekên qenasê yên bêndeng û xwediyê 50 kalîbrê û pergala dijtankan ji bo Hêzên Pêşmerge dişîne."

    Berdevkê wezaretê ji ber sedema ewlehiyê hejmara wan çekên ku ji Hêzên Pêşmerge re dişîne, eşkere nekir û got, "Rêveberiya Kanadayê niha ji bo qanûnîkirin û dabînkirina wan çekan dixebite."

    Wezareta Parastinê ya Kanadayê roja duşemê jî ragihandibû ku ew çek û amûrên parastina kesan, pergalên peywendîdayînê, alavên bijîşkî û optîkên wek kameraû dûrbînê dikirin, da ku ji Hêzên Pêşmerge bişînin.

    Dewleta Kanada, ku yek ji endamên hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê ye, di şerê li dijî DAIŞê de ji bo piştgirîdayinê ji Tebaxa 2014an vir ve çek û cebilxaneyan ji bo hêzên kurdî dişîne.

    Bi heman mijarî:

    Kanada çekan dikire ta ku ji Pêşmergeyan re bişîne
    Kanada wê alîkariyê bişîne ji pêşmergeyan re
    Yawer: Wê Kanada çekan bide Pêşmerge
    Kanada: 28 kesan ji bo koçberiyê serî lê da
    Kanada wê alîkariya penaberên sûrî qut bike
    Kanada: Parastina canê Pêşmerge û sivîlên kurd erka me ye
    Etîketan:
    eşkerekirin, cûre, şandin, çek, Hêzên Pêşmerge, Berdevkê Wezareta Parastinê yê Kanadayê, Daniel Le Bouthillier, Kurdistan, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de