04:18 21 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Dewleta Çînê Şî Jinping û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin

    Pûtîn, di meha gulanê de diçe Çînê

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2330

    Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo tevlî Zîrweya Rêya Hevrişim bibe di meha gulanê de serdana welatê Çînê dike.

    Li gorî zanyariyên berdest, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji hevdîtina hemkarê xwe yê çînî Şi Cinping û tevlî Zîrweya Rêya Hevrişim bibe di meha gulanê de serdana Çînê dike.

    Balyozê Rûsyayê yê li Çînê Andrey Denîsov di daxuyaniya xwe de got: "Serokê Rûsyayê Pûtîn vexwendina Zîrweya Rêya Hewrişim a 14 û 15ê Gulanê li Çînê qebûl kir. Pûtîn di serdana xwe ya Çînê de wê bi hemkarê xwe Şi Cinping re jî hevdîtinekê pêk bîne."

    Serokê Rûsyayê Pûtîn herî dawî di Îlona 2016an de ji bo Zîrweya G20ê serdana Çînê ya bajarê Hangzhouyê kiribû. Ev serdana duyemîn a Pûtîn bo welatê Çînê bû.

    Li gorî daxuyaniya balyozê rûsî, Serokê Çînê Şi Cinping jî wê di mehên navîn a sala 2017an de serdana Rûsyayê bike.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Wê Rûsya li dahatuyê wek stêran biçirise
    Pûtîn peymana projeya xeta boriyê ya Herka Tirk erê kir
    Trump: ‘Ez Pûtîn nas nakim'
    Pêşkeşvanê Fox Newsê O'Reilly lêborînxwestina ji Pûtîn red kir
    Trump: Ma qey Pûtîn sûcdar e û Amerîka bê sûc e?
    Etîketan:
    Balyozê Rûsyayê yê li Çînê, Serokê Dewleta Çînê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Andrey Denîsov, Şi Cinping, Vladimîr Pûtîn, Çîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de