14:40 22 Îlon 2017
Zindî
    Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer

    Berdevkê Qesra Spî: Nabe ku ez naveroka hevdîtina Trump û Erdogan eşkere bikim

    © REUTERS/ KEVIN LAMARQUE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3110

    Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer bersiv neda pirsên li ser naveroka hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan.

    Recep Tayyîp Erdogan
    © AFP 2017/ Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Spicer li Washington a paytexta Amerîkayê civîna çapemenî ya rojane li dar xist û di civînê de di derbarê naveroka hevdîtina Trump û Erdogan de tu zanyarî neda û got ji xeynî daxuyaniya rojeke berê tiştekî ku wê were gotin, tune ye.

    Sean Spicer di destpêka civînê de behsa hevdîtina Trump û Erdogan kir û got, "Serok Trump di hevdîtina xwe ya ligel Erdogan de wek hevkarekî stratejîk û NATOyê piştgiriya Amerîkayê ji bo Tirkiyeyê ragihand. Di têkoşîna li dijî DAIŞê de ji ber tevkariyên Tirkiyeyê spasiya Tirkiyeyê kir."

    Spicer paşê nexwest bersiva pirsên di derbarê naveroka hevdîtinê de bide û got, "Ez nikarim gotinên Trump ên ji bo Erdogan eşkere bikim. Daxuyaniya me ya nivîskî, daxuyaniya me ya di derbarê vê hevdîtinê de ye."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Trump behsa hevkariya stratejîk kirin
    Trump û Erdogan bi rêya telefonê axivîn
    Erdogan ji bo referandûmê: Em ê vê hefteyê biryara xwe bidin
    Erdogan û Trump wê hevdîtinê bikin
    Ji Trump bo Erdogan: "Serokê CIAyê dişînim bi berfirehî biaxivin"
    Etîketan:
    eşkerekirin, naveroka hevdîtinê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Amerîkayê, Berdevkê Qesra Spî, Recep Tayîp Erdogan, Donald Trump, Sean Spicer, Washington, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de