17:31 26 Îlon 2017
Zindî
    The Pentagon building in Washington, DC

    Pentagon: "Di nava stratejiya nû de Tirkiye jî heye"

    © AFP 2017/ STAFF
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5010

    Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon ragihand ku di mijara Sûriyeyê de di navbera Enqere û Washîngtonê de bi erênî têkilî bi pêş dikevin.

    Berdevkê Pentagonê Eric Pahon ragihand ku di mijara Sûriyeyê de di navbera Enqere û Washîngtonê de têkilî her diçin bi pêş dikevin. Em Tirkiyeyê heval û şirîkekî bi qîmet dibînin. Di stratejiya Amerîka ya DAIŞê de Tirkiye jî cih digire. Ji bo paqijiya bakurê Sûriyeyê ji DAIŞê ev demeke dirêj e hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re didomin.

    ‘EM TIRKIYEYÊ ŞIRÎKEKÎ BI QÎMET DIBÎNIN'

    Eric Pahon di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di demên dawî de di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de li herêma El Babê hevkarî tê kirin. Di mijara Sûriyeyê de pêşveçûnek erênî bi hevalbendê me yê NATOyê re dimeşe."

    Pahon di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em şirîkatî û hevaltiya Tirkiyeyê bi qîmet dinirxînin. Bi saya van hevdîtinan piştgiriya me ya ji bo artêşa Tirkiyeyê zêde bû."

    Bi heman mijarî:

    Çima Pentagon bi hezaran êrîşên hewayî vedişêre?
    Pentagon: Em dixwazin Tirkiye El Babê bistîne
    Pentagon: Me piştrast kir ku berpirsê DAIŞê yê medya û aboriyê hat kuştin
    Pentagon: Li Lîbayayê du kampên DAIŞê hatin ruxandin
    "Pentagon dixwaze Trump çekan bide şervanên kurd ên Sûriyeyê"
    Etîketan:
    Têkiliyên navbera Enqere û Washîngtonê, NATO, Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon), Eric Pahon, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de